ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-31 09:00:00 * Mestûre Kurdistanî ku yekem jina ku dîroka Kurdan nivîsandiye û yekane dîroknasa jin a Rojhilata Navîn e, di sedsala 19'an de jiyan kiriye û li pişt xwe dîrokek hişt. * Dayika Elîf Hurustan a ji Ocaxa Bamansûrê, diyar kir ku Gaxan ku di baweriya Elewiyan de wekî destpêka sala nû tê qebûlkirin, şêwazekî komunê ye û got: “Gaxan, hevgirtin û komuna demên berê ye. Ger em di nava piştevaniyê de bin, aştî û jiyana komunê jî dê bê avakirin.”   * Siyasetmedaran bal kişandin ser girîngiya mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin û bang li her kesî kirin ku tevli mitîngê bibin.   * Mala Dengbêjan a Amedê ya ku li navçeya Sûrê ye, hem kevneşopiya dengbêjiyê dide jiyîn hem jî çanda devkî ya Kurdî ji nifşekî vediguhêze nifşê din.   * Semsûriyan diyar kirin dê beşdarî mitînga "Hêvî û Azadî" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amedê bibin, gotin: "Daxwaza ku dê ji Qada Stasyonê bilind bibe, daxwaza hemû gelan e."   * Nanpêj Taha Dagtekîn diyar kir ku ji ber bihabûna ard û nan, welatî berê xwe dane nanê kartû û ji ber zemê ew bi xwe jî nikarin kar bikin.   * Siyasetzan Eren Aksoyoglû diyar kir ku desthilat dixwaze pêvajoyê li gorî geşedanên li Sûriyeyê birêve bibe û destnîşan kir ku desthilat pêvajoyê di çarçoveya polîtîkayên derve de dinirxîne û got: "Wê demê ev derî ne ji biratiyê re, ji cîrantiye re vedike."   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.    * Xebatên ji bo mitînga "Hêvî û azadiyê" ku dê di 4'ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, dê bidomin. (12.00-20.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dê li pêşiya avahiya edliyeyê bi dirûşma "Em li dijî Pakêta Darazê ya 11'an a kujerên jinan diparêze îtîrazê dikin" daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê dê têkildarî mitînga "Hêvî û Azadiyê" ku dê di 4'ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, daxuyaniyê bide. (13.00)