HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da 2025-12-30 20:19:00 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan bersiva êrişên li ser Bendava Tişrînê yên komên girêdayî Şamê dane.   Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyek diyar kir ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva êrişa dronên xwekujî da.   Di daxuyaniya HSDˊê de hate gotin ku "Bi rageşiyek xeternak û berdewama siyaseta tevliheviya ewlehî û aramiyê, komên ˋSultan Muradˊ, ˋSutlan Silêman Şah/Emşatˊ û ˋHemzatˊ ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê, saet 11.00ˊan, danê nîvro (sêşem) bi 2 dronên xwekuj êrişî avahiya derdora Bendava Tişrînê kir. Lê tu şervanên me birîndar bûn.   Saet di 16.00ˊan berêvara îro de jî, careke din heman koman Girê Seyriatelê yê li derdora Bendava Tişrînê bi 2 dronên xwekuj hedef girtin, lê tu birîndarî çênebûn.   Li beramber van êrişên dubare, hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de di cih de bersiv da jêdera bikaranîna dronên xwekuj. Hêzan erebeyek leşkerî ji cureya "toyota" û nuqteyek leşkerî ya van koman topbaran kir, di encamê de endamên wan koman birîndar bûn."