Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e 2025-12-26 11:56:56 AMED - Li gorî ankêta Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER'ê  ku li bakurê Kurdistanê kir, di mijara bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên li hemberî pêvajoyê de Abdullah Ocalan ji sedê 42,9 di rêza yekemîn de, PKK ji sedî 40,5 di rêza duyemîn de cih digire. Rêjeya daxwazên “mafê hêviyê” ji sedî 71,9 e.    Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li 16 bajarên bakurê Kurdistanê ankêtek kir û ev xebata xwe kir rapor. Lêkolîn, di mehên Adar, Gulan û Cotmehê de hatiye kirin. Referansa destpêka lêkolînê ji vekirina Meclisê (1’ê Cotmeha 2024’an) ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî çûbû silav dabû koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û di 22’yê Cotmeha 2024’an de banga di axaftina komê de ye.      Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Çileyê de bi hezar û 508 kesan re; di meha Adarê de bi hezar û 509 kesan re û di meha Gulanê de jî bi hezar 504 kesan re hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de analîzên der heqê pêvajoyê (bang, nîqaşên li ser manîfestoyê, fesix, çekdanîn, nîqaşên komîsyonê û hwd) û di raya giştî de “mijarên girîng” bûne esasê lêkolînê.    ‘PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG A PÊVAJOYÊ ÇI YE?’   Di meha çileyê de ji beşdarên ankêtê pirsa “pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 53,6’an got “krîza aboriyê ye” û ji sedî 27,7’an jî got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Adarê de ku PKK’ê agirbest ragihandibû jî heman pirs ji beşdaran hate kirin. Ji sedî 62,3’ê beşdaran got “krîza aborî ye" û ji sedî 23,7’an jî got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Gulanê de ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistibû û biryara xwe fesixkirinê dabû, heman pirs hatin kirin. Îcar jî ji sedî 68,9’ê beşdaran got "krîza aborî ye" û ji sedî 23,7'an got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Gulanê de ji ber gavneavêtina dewletê, di rêjeya beşdarên ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê wek pirsgirêka Kurd dîtin zêde bûn. Ev rêjeya ku di meha Gulanê de daketibû ji sedî 16,4’an di meha Cotmehê de derket ji sedî 21,2’yan. Rêjeya beşdarên ku pirsgirêka herî mezin wek “krîza aboriyê” didîtin di meha Cotmehê de daket ji sedî 59,7’an.     GOTIN Û PRATÎKÊN DESTHILATÊ HEMAHENG NEHAT DÎTIN   Pirsa têkildarî “Hemahengiya gotin-pratîkê desthilatê” yên di mehên Çile, Gulan û Cotmehê de guherînekî zêde hat dîtin. Di ankêta hemahengiya gotin û pratîkên desthilatê yên di mehên Çile, Gulan û Cotmehê de rêjeya beşdarên di meha Çileyê de ji sedî 16, di meha Gulanê de ji sedî 27,7, di meha Cotmehê de ji sedî 25,5 êrênî; di meha Çileyê de ji sedî 27,1, di meha Gulanê de ji sedî 27,1, di meha Cotmehê de ji sedî 47,7 "neyînî" dîtin.       ZÊDEBÛNA DAXWAZAN    Di raporê de daxwazên welatiyan jî cih girt. Di meha Adarê de ji sedî 65'ê welatiyan xwestin di Qanûna Înfazê guhertin çêbibe; di meha Cotmehê de rêje ji sedî 13 zêde bû û derket ji sedî 78'an. Herwiha daxwaza ji bo rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê di meha Adarê de ji sedî 60,4, di meha Cotmehê de derket ji sedî 68,5'ê. Di meha Adarê de ji sedî 68,5'ê beşdaran got bila girtiyên nexweş werin berdan; di meha Cotmehê de ji sedî 74,9'an ev daxwaz kir. Di meha Adarê de ji sedîu 66,7'ê beşdarên anketê xwestin girtiyên cezayên wan xelas bûne bên berdan û ev rêjeye di meha Cotmehê de derket ji sedî 74,5'an. Daxwaza ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” di meha Adarê de ji sedî 68,9 bû û ev rêjeye di meha Cotmehê de derket ji sedî 71,9’an. Misogerkirina temînata qanûnî ya ji bo rêvebirên pêvajoyê ji 66,7’an derket 74,7’an ku ev yek jî bêbaweriya welatiyan li dijî tundiyên darazê nîşan dide.       Di meha Çileyê de ji sedî 18,9'ê beşdaran ji bo pirsa "Dê pêvajoyê bi ser keve yan na?" got "erê" û ji sedî 29,4’an got “na”. Di meha Cotmehê de ji sedî 23,3’yan got “erê” û ji sedî 24,8’an got “na”.    HERÎ ZÊDE ABDULLAH OCALAN BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH ANIYE   Pirsa "Aktorên pêvajoyê çiqas berpirsyartiya xwe bicih tînin?" hate kirin. Herî zêde beşdaran got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bicih aniye. Li gorî beşdaran herî kêm jî muxalefetê berpirsiyariyên xwe bi cî aniye. Li gorî ankêtê; Abdullah Ocalan ji sedî 42,9, PKK’ê ji sedî 40,5, saziyên civaka sivîl ji sedî 25,3, desthilat ji sedî 24,3, Meclis ji sedî 22,1, muxalefetê ji sedî 20,3 berpirsiyariyên xwe bicih aniye.       Di xebata bi sernava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesên “têkiliyên avakar û jidil” xwestin ji sedî 34,5; rêjeya hevkariya bi Rêveberşya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ji sedî 23,3 ye.    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel