Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da 2025-12-21 13:30:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî Wehîd Omer ku rejîma Îranê nehişt tedawî bibe, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.    Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omerî yê ji gundê Xorxorê yê bi ser Selmas a li sînorê bajarokê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê, li Girtîgeha Selmasê ji ber astengkirina tedawiyê, jiyana xwe ji dest da.    Malbata girtiyê siyasî da zanîn ku dema Wehîd Omer felc derbaskirî rayedarên girtîgehê nehiştine bibin nexweşxaneyê û malbatê xwest doz li rayedarên girtîgehê were vekirin.    Hêjayî gotinêye ku di nava vê hefteyê de bû cara duyemîn ku li girtîgehên rejîma Îranê girtiyên Kurd ji ber wernegirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest didin.