Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e 2025-12-20 18:22:20   ENQERE - Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê, Serokê Giştî yê TÎP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiye şert e.   Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne. Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel AKP'ê, li Meclîsê serdana Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) kir. Endamên Şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş û parlamenter Ahmet Şik re hevdîtin kirin.   Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin. Di serî de Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş anî ziman ku wan li ser xebatên komîsyonê, merhaleya pêvajo gihîştiyê gotûbêj kirin û wiha got: “Em aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiya rast weke şertekî dibînin. Ji ber wê jî partiya me di destpêkirina pêvajoyê vir ve bi vê heşmendiyê em tevgeriyan. Desthilat dikare hesabên biçûk bike. Lê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo pêşeroja hemû welatiyan ji bo karkerên kurd û tirk em dikarin çi bikin û çawa hemû welatiyên vî welatî dikarin mafê xwe bistînin li ser wê xebitîn.”   Pervîn Buldanê jî bi lêv kir ku hevdîtineke pir erênî derbas bû û wiha axivî: “Me tiştên ku ji bo pêwîstiya pêvajoyê divê bên kirin li ser wê axivîn. Helwesta erênî ya TÎP'ê pir girîng e. Êdî pêvajo gihîştiye merhaleyekê. Di vê merhaleyê de hewcehî bi qanûneke aştiyê heye. Di vê pêvajoyê de hewcedarî bi piştgiriya TÎP'ê heye. Ji bo wê jî em spasiya şandeya TÎP'ê dikin.”