Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin 2025-12-13 09:11:56 WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku wan der barê doza Rojîn Kabaîş de bi zanîngeheke taybet re têkilî danîye û ji wan xwestiye ku raporeke alternatîf amade bikin û ev rapor dê di dozê de rênîşander be.   Salek di ser mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê re derbas bû, lê doz hîn jî nehatiye çareserkirin. Pirsên ku DNA'yên aîdî du mêran ên hatin tespîtkirin ên kê ne, hê nehatine bersivandin. Baroyên Wan û Amedê, ligel parêzerên malbata Kabaîş û Wezareta DAD'ê, ji ATK'ê raporek din xwestin û bi vê raporê îhtimala têgerînê pûç bû.    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku doza Rojîn Kabaîşê ji nêz ve dişopîne, pêşketinên dawî yên der barê dozê de şîrove kir. Ozaraz diyar kir ku wan bi zanîngeheke taybet re têkilî danîne û raporeke alternatîf xwestine û got ku ev rapor dê di gelek aliyên dozê de rênîşander be.   ‘EM RAPOREKE NÛ DIDIN AMADEKIRIN'   Ozaraz diyar kir ku şandina telefona Rojînê ji bo Spanyayê û encamên wê dê delîla herî girîng be û got: "Şandina telefonê bo Spanyayê yek ji delîlên ku em li bendê ne. Ya duyemîn, DNA'yên kesên ku ew pê re di têkiliyê de bû hîn jî tên berhevkirin. Dîsa, xala herî girîng ev e ku raporên ku berê ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve  hatine şandin bi rapora berê re nakok bûn û bi rastiyê re ne lihevhatî bûn. Em li dijî wê raporê derketibûn. Piştî rapora dawî, me hewl da ku raporên alternatîf jî bi dest bixin. Em li ser raporeke nû û alternatîf dixebitin. Ev rapor dê dîmenekî zelaltir a der barê pêşeroja dozê de bide me. Em bi zanîngehekê re di nava nîqaşan de ne. Ev niha di rê de ye. Me CD, wêne û hemû raporên otopsiyê pêşkêş kirine. Rapor dê piştî demekê temam bibe. Hûrguliyên der barê vê raporê de dê di qonaxên pêş de werin ragihandin."   Ozaraz anî ziman ku DNA ji bo eşkerekirina rastiyê daneyên girîng in û got: "Em dizanin ku ev nimûneyên DNA'yê delîlên êrişa zayendî û kuştinê xurt dikin, wan dikin delîlên cidî. Em DNA'yê wekî delîleke girîng ji bo eşkerekirina rastiyê dibînin. Vekirina telefonê û daneyên li ser wê dê ji bo me rênîşanderên girîng bin. Her wiha wêneyên cihê dawî yê diyarkirî yê Rojînê jî hene. Ev wêne ne pir zelal bûn. Me daxwaz kiriye ku ev wêne werin zelalkirin û baştirkirin û ev daxwaz tê bicîhanîn. Ji ber ku me hîn encam negirtiye, ez tenê dikarim ewqas agahdarî bidim."   Ozaraz diyar kir ku hemû mirinên jinan li welêt gumanbar in û got: "Piraniya van kuştinan bêyî ku werin lêkolînkirin, tên veşartin an jî bêyî sûcdar werin dîtin, tên girtin. Mînak, tevî ku di doza Gulistan Doku de ewqas dem derbas bûye jî, sûcdar hîn jî nehatiye dîtin û dosye di refikên dozger de hatiye sekinandin. Şopandina çalak û bibandor a doza Rojînê ji hêla Baroya Wanê ve ji bo pêşîgirtina li çarenûsa vê dozê wekî dozên din pir girîng e. Lêgerîna bav a edaletê û beşdariya çalak a baroyê nîşanî me da ku doza Rojînê di nav wan dozan de bû ku bêyî lêpirsînê dihatin girtin, lê têkoşînê ev rewş gihandiye asteke cuda û lêgerîneke cidî ya edaletê di eşkerekirina rastiyê de nîşan dide. Tevlîbûna baroyan di dozên wiha de hem di eşkerekirina rastiya maddî û hem jî di misogerkirina edaletê de faktoreke girîng e."   Ozaraz diyar kir ku hemû têkoşîna baro û rêxistinên hiqûqê ji bo jiholêrakirina binpêkirinên mafên mirovan e û bike ku dewlet rêzê li mafên mirovan bigire û wan biparêze.   MA / Adnan Bîlen