Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand 2025-12-09 11:03:47   AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê, tevî 504 milyon deyn jî, di salekê de bi xizmeta xwe rengê bajêr guherand.    Şaredariya Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di salekê de gelek xebat kirin û bi van xebatan rengê bajêr guherand. Rêveberiya DEM Partiyê ku di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de gava şaredariyê ji AKP'ê stend, deynê şaredariyê 504 milyon û 638 hezar û 578 TL bû. Lê Hevşaredar Hazal Aras û Memet Akkûş, di sala 2025'an de bi giştî projeyên bi bedêla 360 milyon TL'yî pêk anîn. Ji bo çêkirina kuçeyan û asfalta kolanan 140 milyon TL, ji bo wesayîtên xizmetê yên nû 100 milyon TL, ji bo Qada Bajêr 80 milyon TL û ji bo agirkujiya nû û avahiya qademeyê 30 milyo9n TL û ji bo gelek parkan jî 10 milyon TL hat xerckirin û niha amadekariya projeyên nû tê kirin.   ‘XIZMETA HERÎ MEZIN DURISTÎ YE'   Hevşaredarê Şaredariya Agiriyê Memet Akkûş behsa projeyên ku wan di sala 2025'an de pêk anîne û xizmetên ku ew ji bo Agiriyê dikin, kir. Akkûş bi bîr xist ku wan Şaredariya Agiriyê bi deynekî pir zêde girtiye û got: "Ji roja ku me dest bi kar kiriye heya niha, budçe bûye pirsgirêka me ya herî mezin. Deynekî mezin ê mayî hebû. Ji ber vê yekê, Îller Bankasiyê pereyö jı me r tö qısmeki zöde dıbıre. Ev bbirîn ewqas girîng bûn ku carinan nîvê budçeya şaredariyê dihat kêmkirin. Her wiha ji çavkaniyên cuda girtina deynan ji me re hat qedexekirin. Lêbelê, ji ber kêmkirinên budçeyê, me qet dev ji xizmetan berneda. Hemû projeyên ku me pêk anîn di nav van çavkaniyên sînorkirî de hatin pêkanîn."     KUÇE, KOLAN Û PARKÊN NÛ   Akkûş destnîşan kir ku wan sala ewil bi xizmeta ji bo gel derbas kiriye û got: "Me hewl da ku hemû kolan û rêyên bajarê xwe nû bikin. Me rêyên nû li bajêr çêkirin. Li hin deveran, me asfalt û rêgehên ku berê hatibûn çêkirin nû kirin û li hin deverên din jî me ew tamîr kirin. Di tevahiya salê de, me xizmet pêşkêş kir da ku bajarê xwe bêtir bixemilînin û ji bo niştecîhên xwe bajarekî jiyanbartir peyda bikin. Ji bo vê armancê, me 'Parka Aştiyê' ava kir da ku aştî û aramiyê sembolîze bike. Aştî ew e ku gelê me pir dixwaze. Me ji bo bîranîna vê yekê Parka Aştiyê ava kir. Me ji bo bîranîna siyasetmedarekî rêzdar ê ku bi salan ji bo aştiyê têkoşiya, parkek çêkir. Bi vê parkê, me xwest bîranîna kesekî hêja yê ku ji bo aştiyê xebitî û di vê dozê de jiyana xwe ji dest da, zindî bihêlin. Me projeyên taybetî ji bo jinên bajarê xwe jî pêş xistin. Ji bo vê armancê, me deverên bêhnvedanê yên jinan ava kirin da ku zehmetiyên li bendê mayînê di dema rêwîtiyên navbajar û navçeyan de sivik bikin. Me di nav bajêr de parkek ji bo jinan jî çêkir."   WESAYÎTÊN XIZMETÊ   Akkûş destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên şaredariyan kêmbûna wesayîtan e û got: "Îsal, me 20 wesayît kirîn, di nav wan de kamyon, wesayîtên çopê û wesayîtên paqijiyê hebûn. Her çend lêçûna wê bi qasî 100 mîlyon TL bû jî, van wesayîtan rê da me ku em xizmeteke zûtir û çêtir bikin. Wekî din, ev veberhênan dê bi dehan salan xizmeta gel bike."     QADA BAJÊR A ŞAKIRO   Akkûş diyar kir ku yek ji kêmasiyên herî girîng ên Agiriyê nebûna qadeke bajêr a hêjayî bajêr bûye û got: "Me şeş meh berê projeyek da destpêkirin da ku qadeke bajêr a hêjayî bajarê me biafirînin. Me li navenda bajêr dest bi çêkirina cihekî kir ku mirov lê nefes bigirin û bicivin. Me navê Şakiro, nûnerê kevneşopiya Dengbêjan, kevneşopiyeke girîng di çanda Kurdî de û her wiha hevwelatiyekî me, li vê cihê girîng kir. Bi vê yekê, em armanc dikin ku hem çanda xwe biparêzin û hem jî piştgiriyê bidin hunermendên xwe. Me projeya xwe di şeş ??mehan de temam kir. Beşa jêrîn a qada bajar bû otoparkeke sergirtî. Li jor wê, me avahiyek çêkir ku dê gelek xizmetan peyda bike, wekî pirtûkxane û hola pêşangehê. Me her wiha qada bajêr a hêjayî xelkê Agirî, bi amfîtiyatroyek û qada rûniştinê çêkir."   Akkûş diyar kir ku xizmeteke din a girîng ku wan îsal pêk aniye, avakirina avahiya nû ya îstasyona agirkujiyê û qademeyê bûye û got: "Li gel xemilandina bajar, em di heman demê de xebata xwe ya ji bo afirandina avahiyek û alavên ku ji bo her rewşek nepêşbînîkirî ya ku dibe ku li bajêr derkeve holê amade be jî didomînin."   Akkûş bal kişand ser têkiliya rasterast a di navbera şaredariyan û gel de û got: "Wekî şaredarî, me di salekê de, tevî hemû zehmetiyan, gelek proje pêk anîn. Ji bilî şaredariyê, li vî bajarî gelek saziyên din hene ku ji hêla hikûmeta navendî ve tên rêvebirin. Van saziyan budçeyên wan pir zêdetir in. Ger ev saziyên ku bi hikûmeta navendî ve girêdayî ne, budçeyên xwe ji bo pêşxistina bajêr xerc bikin ne ji bo polîtîkayên ewlehiyê, dê bajarekî me yê pir çêtir hebe. Ji ber vê yekê, em her gav dibêjin ku divê deverên ku ji hêla hikûmeta herêmî ve tên girtin werin berfirehkirin û xurtkirin. Ji ber ku şaredarî ew in ku rasterast bi gel re di nava têkiliyê de ne."   MA / Omer Akin