Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin 2025-12-09 09:38:34   AMED  - Jinan bertek nîşanî tora fihûş û tiryakê ya li Licê dan û gotin ku divê niştecihên taxan ji bo jiholêrakirina vê pirsgirêkê, pêşengiya têkoşînê bikin.    Piştî nûçeya şebekeyeke fihûşê li navçeya Licê ya Amedê ku di 25'ê Mijdarê de ajansa me anî rojevê, nûnerên partî, sazî û rêxistinan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), xebatên xwe li navçeyê didomînin. Jinên ku beşdarî civînekê bûn ku li taxên navendî yên Şaar û Dêrcimtê, diyar kirin ku niştecih dikarin bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin.   Bîrgul Dagdemîrê diyar kir ku ciwanên li Licê ji ber pirsgirêka şebekeya fihûşê û tiryakê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne û gotin ku divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û li dijî vê pirsgirêkê têbikoşe. Bîrgul Dagdemîrê got: "Tiştê ku îro bi serê keçên kesên din tê, dibe ku sibê bi serê me jî were. Divê em hemû bi hev re, bê tirs, tevbigerin. Ger em îro vê pirsgirêkê li Licê çareser nekin, sibê wê hîn bêtir bi serê me û zarokên me were. Ez natirsim, ez ê di pêş de bim û hûn jî piştgiriyê bidin. Em dixwazin vê pirsgirêkê biqedînin."   ‘DIVÊ PÊŞÎ LI VÊ PIRSGIRÊKÊ BÊ GIRTIN'   Şukran Baygeldiyê li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî rewşa heyî sekinî û got: "Berî her tiştî, divê em ji taxa xwe dest pê bikin û rê nedin kesên ku bi bazirganiya tiryakê ve mijûl in bikevin nav me." Şukran Baygeldiyê destnîşan kir ku divê jin û ciwan hêzên xwe bikin yek û got: "Ger ciwanên me tiştekî bibînin, bila bizanin, em ê bi çoyên xwe serê wan bişikînin. Dema ku em vê bikin, êdî kes ji bo tiştekî wiha nayê taxa me. Li parkan gelek tişt diqewimin. Divê xanîyên li kêleka parkan jî xwedî li parkan derkevin. Ger em hêzên xwe nekin yek, ev tişt dê sibê bi serê hemû zarok û neviyên me de werin."   ‘ÇAWÎŞÊN PISPOR BI WESAYÎTAN DIGERIN'   Şukran Baygeldiyê destnhîşan kir ku çawîşên pispor bi wesayîtan digerin û got: "Nehêlin çawîşên pispor têkevin malên we. Gava we ew dîtin wêneyên wan bigirin û herin partiyê nîşan bidin. Niha jî çandina tiryakê jî bi xizaniyê rewa dikin. Ma qey dê û navên me bi çandina tiryakê debara me kirin? Bi cotkasriyê debara me kirin. Em vê qebûl nakin. Divê ciwanên me mil bidin milê hev û li dijî vê pirsgirêkê rabin."    ‘DIVÊ GEL BÊDENG NEMÎNE'   Adalet Tektaşê destnîşan kir ku divê li dijî polîtîkaya tê meşandin kes bêdeng nemîne û got: "Tê gotin ku ev polîtîka bi destê dewletê tê kirin. Divê gel li dijî vê serî rake. Em ji ber zarokên xwe ditirsin. Herî zêde jî ji ber ciwanên me xemgîn dibim. Tiştên wiha pir zehmet in." Ayten Fîdanê jî bilêv kir ku ew li navçeya xwe tiryak û fihûşê naxwazin û got: "Em mirovên pak in û em dixwazin navçeya me jî pak bimîne."    Zerîn Şahînê jî bilêv kir ku dê tu kes tiştên wiha qebûl neke û got: "Ji ber ku dewlet wan ceza nake, wiha dikin. Êvarî wan digire, serê sibê li mal in. Xwedê qebûl neke."    Remziye Karakaşê diyar kir ku ev polîtîka bi destê dewletê tê kirin û got: "Em tiştên wiha naxwazin. Divê em li dijî van bibin yek."    Rindiye Tektaşê jî anî ziman ku ji ber vê bi fikar in û got: "Zarokên me peya diçin dibistanê. Gava diçin û tên em ditirsin ku tiştek bê serê wan. Ji ber vê divê gelê Licê li dijî vê serî rake, bêdeng nemîne."    MA / Heval Onkol