Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere! 2025-12-08 12:30:03 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê hezaz çêbû û rêya Çelê-Qilebanê ji trafîkê re hate girtin. Komên rêbejê gotin ku dozerên wan nînin lewma li yên kirêkirî digerin. Li devera gundê Dulê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber barînên zêde hezaz çêbû. Ji ber hezazê, rêya di navbera navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Qilebanê ya Şirnexê de hate girtin. Kevirên mezin ên ji çiyayan ketin xwarê, rê girt. Ji ber girtina rêyê, gelek kes di rê de man. Welatiyan xwe gihand komê rêbejê û jê xwestin rêyê vekin. Xebatkarên midûriyetê îdia kirin ku di destê wan de makîneyên kar tune ne û li ber digerin ku dozerekê kirê bikin. Me jî li ser telefonê xwe gihand yek ji welatiyên mexdûr û got ku randevûya wî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê hebû lê nekariye biçe. Welatiyî got ku piştî her barînan li ser vê rêyê hezaz çêdibe û carnan 24 saetan li benda vekirina rêyê dimînin.