ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-08 09:00:26 * Belgefîlmê Hemo yê ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye û di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye, hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Dîcle Arjîn e ku di fîlmê Kobanê de rola Zehra Penaberê lîstibû û di fîlmê de Hemo dikuje. * Akademîsyen Salîm Orhan diyar kir ku divê qanûnên entegrasyonê tavilê bên derxistin û divê qanûn bêçekkirin, terhîskirin, tevlibûna civakê û vekirina rêya siyasetê di nava xwe de bihewîne û got ku "mafê hêviyê" jî divê lê were zêdekirin.   * Di raporên tenduristiyê yên der barê girtiyê nexweş Serhat Polatsoy de nakokî, pûtepênedayin, teşxîsên kêm û cihnedayîna nexweşiyan, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di pêvajoya tedawiyê de dijîn careke din raxist ber çavan.   * Sosyolog Yuksel Varhan a ku tev li xebatên li dijî tora tiryak û fihûşê ya li Licê derketibû holê bû, diyar kir ku tiryak û fuhûş bi destê dewletê tê kirin û got: "Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e."   * Dîroknas û îlahiyatnas Mele Dunyaser Dunayserî diyar kir ku li gorî baweriya Îslamê aştî ferz e û şert û mercên muzakereyê jî divê wekhev bin. Dunayserî destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê şert û mercên Abdullah Ocalan jî wekhev bin.   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.   * 2'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê li Navenda Kongreyê ua ÇandAmedê bidome. (13.00-21.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026'an de di Lijneya Giştî ya Meclisê de baixivin. (14.00-19.00) ZINDÎ