Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye 2025-12-05 11:03:38 WAN - Rêvebirên kampanyaya “Berûyekê jî tu kom bike, berûyekê jî tu deyne”, diyar kirin ku dê kampanyaya xwe mezin bikin û armanca wan çandina 2 mîlyon berû ye. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), li dijî texrîbatên ekoljîk ên bajarên Kurdistanê, ev du meh in kampanyaya “Berûyek jî tu kom bike, berûyekê jî tu deyne” dane destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de bi hezaran berû hatin çandin. Rêvebirê kampanayayê Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Felemez Oner, diyar kir ku hedefa wan çandina 2 milyon berû ye. Oner, desntîşan kir ku armanca wan ne tenê çandina berûyan e herwiha vejandina bîra civakî û çandî ye û ev tişt got: “Me berûyên ku li Botanê kom kir, li bajarên Kurdistanê çand. Kampanayay ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dabû destpêkirin li gelek herêman didome. Hedef, li Amed, Mêrdîn û Wanê çandina 2 milyon berû ye. Projeya me ya ku gelek deverên Wanê kete meriyetê niha li qûntarên Surgucî û li Şemrexê yên Mêrdîn û qûntara Çiyayê Bagokê didome.”     GELIYÊ ZÎLAN DÊ JI NÛ VE HÊŞÎN BIBE   Öner diyar kir ku sedema çandina berûyan a li Geliyê Zîlan ew e ku berûyan şahidiya komkujiya ku di salên 1930’an de li wê herêmê qewimî, kirine û wiha pê de çû: “Darberû bûne şahidê qetlîamê, ji ber vê yekê me biryara çandina darberûyan da. Bi salan e şerek heye. Ev 50 sal in li Kurdistanê şer heye. Ji ber vî şerî balafiran çiya bombardıman kirin. Ekosîstem hat wêrankirin. Qirkirineke ekolojîk heye.”   LI DIJÎ XWEZAYÊ ŞER   Oner, rave kir ku ev 50 sal in xwezaya Kurdistanê bi polîtîkayên eko qirkirinê re rû bir û ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kanên madenê, bendav, projeyên HES û GES’ê yên li Kurdistanê li dijî xwezaya me şerek tê birêvebirin. Niha bendavên ku li Tirkiyeyê hatine avakirin ji sedî 90’ê wan wek bendavên ewlehiyê tê binavkirin. Armanca wan ne avdanîna çandinê, dabînkirina pêdiviyên gel e, ji bo ewlehiyê hatine çêkirin. Dîroka Kurd û Kurdistanê li gelek deveran ji ber bendavan di bin avê de ma û hat windakirin.”   GELEK QAD HATIN TUNEKIRIN   Oner, destnîşan kir ku wek Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ew ê pêşerojê de tevî welatiyan li bajarên Kurdistanê xwezayê li deş û çiya ji nû ve hêşin bikin û got: “Niha çiya rût in, em ê van deveran hêşîn bikin. Bi şerê çekdarî ve gelek qadên me hatin tunekirin. Gundên me hatin valakirin. Jiyana gundan veguhezandin bajaran. Bi çêkirina qerekolan re qadên sivîl hatin qedexekirin. Divê li Kurdistanê di navbera xweza û mirov de aştî û ahendek bê çêkirin. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve em vegera gundan hêvî dikin.”   JI SALÊN 90’Î VE QIRKIRINA EKOLOJÎK   Rêvebira kampanyayê Hevberdevka Meclisa Ekolojiyê ya Bajarê Wanê Hanîfe Guzelê, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de li herêma Serhedê çandina 700 hezar berûyan hedef dikin û got: “Ji salên 1990’î ve eko qirkirnek heye. Em li tevahiya Kurdistanê wêrankirina dar û çiya dibînin. Me ev proje li dijî polîtîkyên qirkirina ekolojîk da destpêkirin. Em ê di baharê de vê projeyê li Bazîd, Mûş û li Colemêrgê bidin destpêkirin. Rexmê pêvajoya aştiyê li li çiyayên Kurdistanê hêj qirkirina ekolojîk didome. Divê em bi hevre li dijî polîtîkayên eko qirkirinê rawestin.”     Endamê Komelaya Ekolojiyê ya Wanê (Wan Eko-Der) Sedar Alkan, diyar kir ku ev bi salan e çemen Kurdistanê ji dêleva avê xwîn diherike, çiya tên bombebarankirin û çandina berûyan wek parastina bîra çandî nirxand. Alkan, anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide projeyê.     MA / Ozlem Yacan