Li Dêrsimê tora fihûşê: Nav bi nav eşkere kir 2025-12-03 11:37:07 DÊRSIM - Li Dêrsimê jina bi navê B.T. ku di gilîya xwe de, behsa pêvajoya ku gav bi gav çawa ber bi fihûşê ve hatiye kaşkirin, kir. B.T.'yê peywirdarên cemaweriyê jî di nav de navê gelek kesan teşhîr kir û giliyê wan kir.    Li Dêrsimê, B.T.'ya ku ji ber tengasiyên aborî gav bi gav ber bi fihûşê ve hatiye kaşkirin, di serlêdana xwe ya li Serdozgeriya Komarê de tora çeteyan eşkere kir. Jinikê diyar kir ku gelek karmendên cemaweriyê jî di nav torê de cih digirin û di serlêdana xwe de nav bi nav şebekeya fihûşê eşkere kir. B.T.'yê di serlêdana xwe de, giliyê Şafak Gur, Cem Tekînoglû ku bi darê zorê fihûş li xwendekarên zanîngehê ferz dikir û paşê bû şêwirmendê Parlamenterê CHP'ê Cemal Engînyûrt, xebatkarên Zanîngeha Mûnzûrê, dikandar û peywirdarên cemaweriyê kir.    B.T. ku niha di bin parastinê de ye, di gilînameya xwe de serpêhatiyên xwe wiha vegot: "Di Hezîrana 2025'an de, jinek bi navê Şafak Gur ku min wê li navçeya Pêrtagê nas dikir, gazî min kir ku bêm navenda Dêrsimê. Ez hatim û li cem wê mam. Nêzîkî du hefte şûnde, wê got, 'Tu li mala min mayî; deynên min ên krediyê hene. Tu dê 20 hezar TL di berdêla wê de bidî min.' Min jê re got, 'Ew qas pereyê min tune. Ez nikarim wî pereyî bidim te.' Şafak Gurê dû re got, 'Ez bi mirovan re di berdêla pereyan de têkiliya cinsî datînim.' Tu jî dikarî bikî.' Zilamek bi navê Taha Suner ku min ew bi rêya Şafak Gurê nas kir, bi otomobîleke reş ku marqe û modela wê nizanim hat ber malê. Şafak Gur ji malê derket, li otomobîla Taha Suner siwar bû û çûn. Roja ku Şafak Gur ji min 20 hezar TL xwest, wî bi navê tolga_2388 ji hesabê min ê Instagramê yê neçalakkirî re peyamek şand. Di peyamê de got, 'Heke tu bi min re têkiliya cinsî deynî, ez ê 20 hezar TL bidim te.' Min heqaret lê kir û hesabê xwe yê Instagramê girt. Demek şûnde, roja baş nayê bîra min, Şafak Gurê selfieyek bi min re kişand. Wê wêneyê di hesabê xwe, safak_drndnz_gur de parve kir. Şafak Gurê paşê ji min re got, 'Erhan Oz te ecibandiye. Navbera wî û Midûrê İş-Kurê baş e. Dê te têxe kar, dixwazî baixivin.'"    BI SOZA KAR   B.T. diyar kir ku zextên li ser wê roj bi roj zêde bûne û di giliya xwe de diyar kir ku wê bi rêya hesabê medyaya sanal bi Erhan Oz re têkilî daniye û wiha domand: "Piştre, ez li ser Instagramê bi vî kesî re axivîm. Piştre me hejmarên telefonên xwe dan hev û em bi telefonê axivîn. Rojekê, dema wê baş nayê bîra min, nava rojê, ez çûm mala Erhan Oz. Li wir, wî got, 'Ez ê te têxim kar, lê di berdêla wê de, tu yê bi min re têkiliyeke cinsî deynî.' Min qebûl kir. Di berdêla wê de, wî ez xistim İş-Kurê. ... Min dest bi karê paqijkeriyê kir û ez hîn jî li wir dixebitim. Tenê carekê min bi Erhan Oz re têkiliya cinsî danî."   SILSILEYA TORÊ   B.T.'yê diyar kir ku du hefte piştî mayîna li mala Şafak Gurê, hevalê Şafak Gurê hatiye mala Gungor Gulerê û piştî Şafak Gurê pêşniyaza rêderketî ya hevalê xwe jê re vegotiye ew ji malê derketiye û li parkê bi hevala xwe ya bi navê Ozlem re hevdîtin kiriye û jê re gotiye pêdiviya wê bi malekê heye. B.T.'yç diyar kir ku vê hevala wê jî hejmara telefona hevalê xwe yê emlakvan ê bi navê Ozkan Aslan daye wê û got: "Ev kes, di heman demê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ewlekar e. Min jê re got, ji min re cihekî mayinê eyar bike. Paşê li min geriya. Ji min re got, 'Were cem Aparta Avestayê em biaxivin.' Ji min re got, li vê 'Apartê bimîne.' Min jî got, 'temam' û em derketin jor. Odeyê rê min da. Paşê ew derket. Ez jî li odeyê mam û ez razam. A din a rojê, peyam ji min re şand. Ji min re got, 'Min heqê odeyê daye.' Min jî jê re got, 'Min dest bi kar kiriye, ez ê pereyê te bidim te.' Du hefte şûnde, berambiray mayina min a li odeyê 18 hezar TL ji min xwestin. Ez jî li Ozkan Aslan geriyam û min jê re got 'Ez nikarim vî pereyî bidim.' Ozkan Aslan, ji min re got 'Here odeya xwediyê Aparta Avestayê Kemal Demîrel. Niha aaraqê vedixwe. Tu jî here pê re vexwe û piştî te ew serxweş kir jê re bêje ez nikarim kirê bidim û ew ê qebûl bike.' Min jî qebûl kir û ez çûm odeya wî. Me bi hev re araq vexwar. Paşê min ji Kemal Demîrel re got ez nikarim kirê bidim. Wî jî got, 'Kirê nede, li apartê bimîne, tiştek nabe.' Bi Kemal Demîrel re tu têkiliyeke min çênebû. Lê Kemal Demîrel ji bo têkiliyeke cinsî min bi Çetîn Çam re da naskirin. Min jî qbeûl kir. Ez niha bi Çetîn Çam re diaxivim, lê tu têkiliyeke min a hestiyarî bi vî kesî re tune ye."    B.T. giliya Rahênera Midûra Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr Sîbel Yuksel, Cem Tekînoglû, şêwirmendê Parlamenterê CHP'ê Cemal Engînyûrt ku di sala 2019'an de bi zorê têkiliya xwendekarên zanîngehê yên li Dêrsimê bi qeymeqaman û walî re datanî, Zabît Yildiz, dikandarên bi navê Okan ku paşnavê wan nizane, Şafak Gur, Ozkan Aslan, Kemal Demîrel û Çetîn Çam kir.   MA / Şîlan Şîrvan Çîl