Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye 2025-12-03 09:10:01   WAN - Qereqol, kulûbeyên nobedariyê û terasa seyrê yên ku li ser lûtkeya Toprakkale ya ku wek paytexta duyemîn a Qraliyeta Ûrartûyê tê qebûlkirin hatine çêkirin, dîroka hezar salan bi tunnebûnê re rû bi rû dihêle.   Qereqol, kulûbeyên nobedariyê û terasa seyrê ya ku li ser lûtkeya Toprakkale (Rusahînîlî) ya ku li bakurê rojhilatê Wanê ye û wek paytexta duyemîn a Qiraliyeta Ûrartûyê tê zanîn, hatine avakirin, zirarê didin keleha dîrokî. Ev avahiyên ku li ser avahiya dîrokî ya qada arkeolojîk a bîrdarî hatine çêkirin, qadên arkeolojîk ên hezar salan jî xera dikin.   LI SER BERMAHIYÊN ARKEOLOJÎK QEREQOLA LEŞKERÎ   Toprakkale ya ku di dema Qiralê Ûrartû Rûsayê I'emîn de di navbera salên B.Z. 735-714 de hatiye avakirin, yek ji cihên herî stratejîk ên herêmê ye. Keleh, li ser pişta zinarekî bi dirêjahiya nêzîkî 400 metre û firehiya 60-70 metre hatiye avakirin û di cihekî serdest de ye ku li deşta Wanê dinêre. Bilindahiya wê nêzîkî hezar û 850 metre ye. Cihê niştecihbûnê ku yek ji mînakên herî girîng ên mîmariya Ûrartûyê ye, bi bingeha perestgehê, deriyên ji zinar, bi rolyefên li ser keviran ve di nav deverên mîrateya çandî ya girîng ên herêmê de ye. Li hemberî vê yekê, dîmenên dawî yên ku derketine holê, avakirina qereqolek, kulûbeyên nobedariyê û teraseke seyrê li ser lûtkeya kelehê, cihê dîrokî bi xetereya tunebûnê re rûbirû dihêle. Li gorî pisporan, destwerdanên wiha hem binyada resen a kelehê xera dikin hem jî dibin sedema wêrankirinên mezin.   XEBATÊN ZANISTÎ TÊ RAWESTANDIN   Beşek girîng a Toprakkale ya ku di envantera Tirkiyeyê de wekî “qada arkeolojik a bîrdariyê” qeydkirî ye, ji ber leşkeriyê gelek salan e ji serdanê re girtî ye. Ji bo dîtina keleha dîrokî, destûra taybet tê xwestin. Arkeolog dibêjin, ev rewş rasterast rê li ber kolanên zanistî û xebatên parastinê digire. Nivîsa “Ne mutlu Turkum diyene” (Çi bextewar e ew ê ku dibêje ez Tirk im) ya ku li ser keleha dîrokî hatiye nivîsandin jî balê dikişîne.   Her çend kolanên arkeolojîk ên li Toprakkale ji sala 1875’an ve ji aliyê lêkolînerên Rûs, Îngiliz, Alman û Tirk ve hatibin domandin jî, statûya qada leşkerî û avahiyên nû, lêkolîna sîstematîk a kelehê asteng dike.   DÎROKA TOPRAKKALEYÊ   Tê zanîn ku Toprakkale di sedsala 7'an a Berî Zayînê de ji aliyê Qiralê Ûrartû Rûsayê I'emîn ve hatiye avakirin û li ser pişta zinarekî serdest ê li Deşta Wanê ye. Cihê niştecihbûnê, ku yek ji navendên herî girîng ên rêveberî û baweriyê ya serdemê ye, bi bermahiyên perestgehê, deriyên zinar, bi rolyefên li ser keviran ve di arkeolojiya cîhanê de cihekî taybet digire. Hin berhemên li kelehê îro li muzexaneyên cuda yên navneteweyî têne pêşandan. Keleha dîrokî bi piranî ji kerpîçê ku bi axê ve hatiye çêkirin. Beşek girîng a herêmê ya ku di envantera Tirkiyeyê de wekî “qada arkeolojîk a bîrdariyê” qeydkirî ye, gelek salan e di nava qada leşkerî de ye. Kolanên li Toprakkale ji sala 1875’an ve ji aliyê arkeologên Rûs, Îngiliz, Alman û Tirk ve hatine kirin.   Jibermayiyên herî dawî yên dîrokî yên ji Toprakkale, mertalên nezê yên bronz, kîtabeyên Qiralê Ûrartû Rûsa (kurê Erîmena) yê ku cîhê wî yê kronolojîk ne diyar e, pêk tên. Di kolanan de gelek berhemên ji bronz, zêr, zîv û diranên fîlî hatin dîtin. Di nav berhemên girîng de şamdanka bronz a 136 cm bilind, mertalên nezrê û rolyef hene. Gorîgehek ku aîdî Xwedayê Xaldî ye îro li Stenbolê ye. Hin jibermayiyên din jî li Muzexaneya Şaristaniyên Anatolyayê ya li Enqereyê têne pêşandan. Hinek ji kelûpelên hatine derxistin li muzexaneyên Brîtanya û Berlînê û hiknek jî li Muzexaneya Ermîtaşê ya li Sankt Petersburgê têne parastin.   MA / Zeynep Durgut