Şandeya Îmraliyê ji Îmraliyê vegeriya NÛÇEYA LEZGÎN 2025-12-02 17:49:57 ENQERE - Endamên Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê vegeriyan.   Serokwekîla Meclisê û endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn.   Şande, piştî hevdîtinê ji Girava Îmraliyê vegeriye.