Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite 2025-11-28 09:02:08   MÊRSÎN -  Tenduristkar Îbrahîm Çîçek ku piştî di sala 2016'an de hat îxrackirin û niha li nav zeviyan dest bi kar kir, anî ziman ku ger li welatekî aştî tune be ne aborî heye ne tenduristî ne jî demokrasî. Çîçek, got: "Ez baweriya xwe bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînim."   Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, bi deh hezaran karmendên cemaweriyê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karên hatin avêtin. Yek ji van karmendan teknîsyenê radyolojiyê Îbrahîm Çîçek bû. Çîçek, ku berê gelek caran hatibû girtin û berdan, ji karê xwe hat avêtin. Çîçek di sala 2016'an de bi KHK'ê ji karê xwe hat avêtin, bi hinceta ku di sala 2013'an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatiye birîn. Ji dema ku ji kar hatiye avêtin ve, Çîçek ev 10 sal in li herêma Çukurovayê di karê çandinî û baxçevaniyê de dixebite da ku debara malbata xwe bike.   Çîçek bilêv kir ku ew di sala 2016'an de ji kar hatiye derxistin, mîna ku bi deh hezaran karmendên cemaweriyê bi KHK'yan hatine derxistin. Çîçek diyar kir ku piştî ji kar hatiye avêtin li nexweşxaneyên taybet dest bi gerîna kar kiriye, lê nexweşxaneyên taybet kar nedane wî.    ’10 SALAN LI NAV ZEVIYAN DIXEBITIM'   Çîçek diyar kir ku piştî ji karderxistinê ev 10 sal in bi xebata li nav zevî û baxçeyan debara malbata xwe dike û tevî hemû zehmetiyan jî her tim hewl daye ku moralê xwe bilind bihêle. Çîçek got: "Wekî welatparêzekî, ji ber ku zimanê min ê zikmakî, mafên min ên sendîkayê û nêrîna min a cîhanê ji ya wan cuda bûn, ez ji kar hatim derxistin. Lê dîsa jî, her kes xwedî ramanek e û li gorî wê dijî. Her tişt di civakê de bi aştiyê ve girêdayî ye; dema ku aştî hebe, tenduristî û aborî baş e. Dema ku aştî tune be, ne tenduristî, aştî û ne jî aborî heye. Li cihê ku aştî tune be, demokrasî, aştî û aborî tune ye. Bi rastî, sedema bingehîn a paşketina aborî ya li Tirkiyeyê nebûna aştî û demokrasiyê ye."   Çîçek, baweriya xwe ya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û got: "Ger ev pirsgirêk werin çareserkirin, em dikarin vegerin ser karên xwe. Bi hezaran kes hene ku ji kar hatine avêtin. Hin kes li dijî ji karderxistinê derdikevin. Ji ber ku ez gava hatim îxrackirin hikumxwar bûm, min serî li dadgehê neda. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo bibe sedema qanûnên pêwîst û ez karibim vegerim ser karê xwe. Ez ê hewl bidim ku xizmetên pêwîst ji bo tenduristiya gelê me peyda bikim."   MA/ Mehmet Guleş