'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’ 2025-11-27 11:28:20   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku doza têkildarî “Lihevkirina Bajar” êrişeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye û got: “Hûn di rêya şaş de ne, ji vê xeletiya xwe vegerin.”    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya danişîna doza “Lihevkirina Bajar”, li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Hevberdevkên HDK’ê Alî Kenanoglû û Meral Daniş Beştaş, wekîlên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Meral Daniş Beştaşê di daxuyaniyê de got ku bi doza “Lihevkirina Bajar” re mafê bijartin û hilbijartinê tune hatiye hesibandin û got: “Ev doz, êrişeke li dijî mafê bijartinê yê partiyan. Dema îktîdar tifaqan dike ev dibe lihevkirin lê dema muxalefet dike dibe ‘sûc.’ Tifaq û lihevkirin sûc nînin lê girtinên ji ber vê sedemê sûc e. Mafê Kurdan jî heye ku li bajarên rojava bi rêya bijartin û hilbijartinê di rêveberiyên bajaran de cih bigirin. Dozger ewqas amator tevgeriyaye ku gotiye ‘Kurd’.”    PÊVAJO BI BÎR XIST    Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser pêvajoya heyî û got ku divê hevalên wan werin berdan, doz li dijî Qanûna Partiyên Siyasî, Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û got: “Hûn di rêya şaş de ne, ji vê xeletiya xwe vegerin.”    Wekîla Koma CHP’ê ya ÎBB’ê Ulku Înan jî peyama têkoşînê da.