Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere 2025-11-24 16:17:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan, diyar kir ku çûna komîsyonê ya Îmraliyê ji bo zemîna çareseriyê gaveke pêwîst e û ji bo CHP’ê ku endamê xwe neşand giravê, banga “ji xeletiya xwe vhekee” kir.    Ji fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan nîqaşên li ser mijara çûyîn an jî neçûyîna komîsyona meclisê ya Îmraliyê nirxand û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon yekser li muxatab guhdarî bike. Mûrat Karayilan têkilî û tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan jî bi berfirehî nirxand. Hevpeyvîna Mûrat Karayilan a bi Stêrk TV re wiha ye:    “Mijara 'Komîsyon bila biçe Îmraliyê yan na?' ne çend hefte ne, lê çend meh in tê nîqaşkirin. Mirov li pêşberî vê rewşê matmayî dimîne. Heke komîsyon dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, muxatabê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Bêyî dîtina wî, bêyî wergirtina fikrên wî gelo wê çawa çareser bikin? Ya rast, yekî ku sosyolojiya dîrokî baş nizanibe û nikaribe bixwîne, bêyî ku xeteriyên li herêmê bibîne nikare banga Birêz Devlet Bahçelî û bersiva Rêber Apo ya ji bo wî fêhm bike. Mesele ev e: Li herêmê rewşên xetere hene. Pêvajoyeke dîzaynê heye. Di vê pêvajoya dîrokî ya girîng de gelo wê gelên Kurd û Tirk bi hev re tevbigerin, an na? Gelê Kurd di vê serdemê de li Rojhilata Navîn xwedî hêz û îradeyê ye, kes nikare vê rastiyê înkar bike. Di vê pêvajoyê de ku halê hazir dewam dike û diyar e wê kûrtir bibe, gelo wê Kurd û Tirk bibin yek an na?   BIRYAREKE RAST Û DI CIH DE YE   Em zanin ku di serdemên girîng ên dîrokê de bi tifaqa Kurd-Tirk re pêşketinên girîng pêk hatin. Di tifaqa Malazgîrt a 1071'ê de serketin bi dest ket; Tirk wê demê derbasî Anatoliyê bûn. Bi tifaqa Nûrettîn Zengî û Selahaddîn Eyyûbî jî pêşketin çêbû û Qûds hate azadkirin. Di heman demê de bi tifaqa navbera salên 1919 û 1924'an de bi pêşengiya Kemal Ataturk damezrandina Tirkiyeyê hate biserxistin. Yanî di her sedema girîng a dîrokê de tifaqa navbera van herdu gelan bi xwe re serketin û pêşketin aniye. Di vê dema girîng de jî ku li pêşiya me ye, gelo wê tifaqeke bi vî rengî bê kirin an na? Pirsgirêk ne tenê Kurdên Bakur e, bi giştî bi vî rengî ye. Ya rast ew e ku mirov bi vî rengî nêzî pirsgirêkê bibin. Ne tenê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve, her wiha divê ji aliyê dîrokî ve jî bê nirxandin û nêzîkatiyeke welê bê nîşandan. Dawiya dawî komîsyonê biryar da ku biçe Îmraliyê, biçe gel Rêber Apo. Ev biryareke rast, di cih de û pêwîst bû.   KOMÎSYON DIVÊ DI ÇARESERIYÊ DE ROL BILÎZE   Weke ku Birêz Devlet Bahçelî got, heta ku bi muxatabê esasî re neyê nîqaşkirin di vê pêvajoyê de pêşketin nabe. Ev rastî li pêş çavan e. Lewma çûyîna wan baş e û ji bo pêşveçûna pêvajoyê rolekê bilîze. Em hêvî dikin ku komîsyon ne seranser, lê bi esasî nêzîk bibe. Komîsyon divê di çareseriya bingehîn a pirsgirêkê de rolê bilîze. Bêguman em zanin ku komîsyon bi tena serê xwe biryarê nade, lê belê pêşniyaran dike; tespît û çavdêriyan dike. Lewma dikare rolê bilîze. Ya ku rola esasî bilîze Parlamenta Tirkiyeyê ye. Lê bêguman ev komîsyon jî xwedî rolekê ye. Naxwe derxistina qanûnê ji bo gerîlayên çekan dîne bi tena serê xwe qet têrê nake.   JI BO PÊVAJO BIMEŞE DIVÊ RÊBER APO JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BE   Beriya her tiştî ji bo ev pêvajo bi rengekî çêker bê meşandin divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Mafê Hêviyê di vê çarçoveyê de gelekî girîng e. Di heman demê de divê li nava qanûnên Komara Tirkiyeyê êdî cihê gelê Kurd hebe. Hebûna gelê Kurd divê qanûnî be, di vê çarçoveyê de qanûnên entegrasyona demokratîk divê bêne amadekirin. Bi vî rengî herdu gel wê di nava hemû şert û mercan de tifaqê bikin û bibin yek. Em dixwazin vê yekê bikin. Rêber Apo ji bo vê hewl dide û em jî li pişt Rêberê xwe ne. Em ji avakirina yekîtiya navbera gelan, ji afirandina tifaqa Kurd-Tirk-Ereb û hemû gelên herêmê, ji avakirina yekîtiyeke demokratîk re hene. Em vê yekê bi rengekî taktîkî nabînin. Lê belê heke dewleta Tirk jî vê dixwaze, hingî divê bi erênî nêzîk bibe. Divê êdî rastiyan bibînin. Gelê Kurd rastiyek e û hêzek e; divê vê bibînin û li gorî vê jî paşeroja Tirkiyeyê garantî bikin. Her kesên ku dixwazin paşeroja Tirkiyeyê biparêzin divê bi berpirsyarî rabin. Lewma çûyîna komîsyonê gaveke erênî ye û wê zemîna çareseriyê xurt bike.   CHP’Ê ŞAŞTÎ KIR   Bi dîtina min CHP'ê şaşitî kir. Ev helwesta CHP'ê wê li wê vhekee. Ji ber ku CHP'ê salên dawî dîmenekî welê nîşan dida ku weke dostê Kurdan e, alîgirê çareserî, demokrasî û aştiyê ye. Ev nêzîkatiya ku li komîsyonê nîşan da li dijî vê îmajê ye. Bi vê helwesta xwe, dîmenê ku demeke nîşan dide pûç kir. Belê gotinên weke 'Em ê li komîsyonê hebin, em alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd in' û hwd bilê dikin, lê belê di vê pêvajoya girîng de çûyîna Îmraliyê ji bo çareseriyê mijareke gelekî girîng e. Niha yek ji berpirsyarên CHP'ê îdîa kir ku ew bi navê civakê jî diaxive û got, ew rast nabîne ku mijar di çûyîna Îmraliyê de asê bimîne. Ev helwesta wan gelekî şaş e. Heke sererast nekin ew ê bi xwe ji vê yekê zerarê bibînin. Ji ber ku ew bi îdîa bûn ku Kurd jî di nav de bibe partiya tevahiya Tirkiyeyê, lê belê ev nêzîkatî li vê îdîayê nayê.   DIVÊ CHP ŞAŞTIYA XWE BIBÎNE Û JÊ VEGERE    Beriya her tiştî divê rastî bi rengekî rast bê zanîn. Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne, yan jî serokekî ji rêzê yê partiyekê nîne. Gelê Kurd sed sal in li benda Rêberekî ye, li benda zana û pêşengekî ye. Ehmedê Xanî bi xwe di dema xwe de qala vê dike û gilî û gazinan dike. Yanî li Kurdistanê valahiyeke Rêbertiyê hebû. Rêber Apo ev dagirt. Bi fikir û teoriyên xwe, bi pratîka xwe ya li derve û zindanê û bi paradîgmaya afirandî di nava civakê de hişmendiyeke demokratîk û neteweyî ava kir. Gelê Kurd ji ber tinebûnê xilas kir û kir hebûn. Rêberekî bi vî rengî ye û ev yek ji bo gelê Kurd gelekî bi wate ye. Lewma yekî ku Rêber Apo nebîne nikare têkildarî gelê Kurd bibe xwedî helwestekê. Nedîtina Rêber Apo tê wateya nedîtina gelê Kurd. Ji ber vê jî li Tirkiyeyê nêzîkatiya hin derdoran a li Rêber Apo şaş e. Nabînin ku gelê Kurd bi sedan sal in li Rêberekî digere û niha Rêber Apo dîtiye. Ji ber ku vê rastiyê nabînin dibêjin, 'Çawa dibe ku 27 sal in li zindanê ye lê belê hîn jî her kes lê guhdarî dike, bandorê li her kesî dike, vê rewşa xwe diparêze'. Rêber Apo weke rêberê vî gelî ev xet û gel gihand qonaxeke nû. Em dibînin hin gotinên welê têne kirin, ku dibêjin 'hin kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin dikarin bikevin şûna Rêber Apo'. Welê nîne. Em hemû şopdarên xeta Rêber Apo ne. Yê ku li Kurdistanê ev ilim, teorî û pratîk afirand Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jî îro her kes li Kurdistanê dikare bibe siyasetmedar, lê belê di çarçoveya vê xetê de rolê dilîzin. Divê ev yek bi vî rengî bê nirxandin. Bi kurtasî di vê mijarê de em hêvî dikin ku her kes bi rengekî rast nêzî Rêberê Gelê Kurd bibe. Di heman demê de em li bendê ne ku rêveberiya CHP'ê vê şaşitiya xwe bibîne, jê vegere, helwesteke rasteqîn a alîgirê aştiyê û demokrasiyê nîşan bide, li ser vê bingehê di çareseriyê de ku bi kêrî berjewendiyên tevahiya Tirkiyeyê tê bi rola xwe rabe.   HIN ALÎ NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD BI RÊBAZÊN AŞTIYANE ÇARESER BIBE    Di vê pêvajoyê de baş hate dîtin ku li hundir û derveyî welêt hin alî hene ku naxwazin pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Her wiha yên ku hewl didin provoke û asteng bikin jî gelek in. Ji xwe dema ku ev siyaset hate meşandin, divê mirov beriya her tiştî li hemberî provokasyon û xefikan hişyar bin. Ji ber ku gelek hêz, derdor û kes ji şerê heyî sûdê werdigirin, rantê jê dixwin. Rantxur hene. Hem li derveyî welat bi taybetî di asta dewletên mezin de, hem jî li nava Tirkiyeyê gelek derdor hene ku sûdê ji şer werdigirin û ji rijandina xwînê rantê bi dest dixin. Di nava siyaseta Tirkiyeyê de hem li aliyê çepê hem jî li aliyê rastê hene. Hinek jê bi navê profesor, doçent, rojnamevan û hwd. derdikevin çapemeniyê û bi gotinên xwe yên bi vî rengî hewl didin raya giştî bixapînin û propagandaya dijberiyê dikin. Ev bi giranî dibêjin, 'Ji xwe me PKK lawaz kir, anîn wê nuqteyê ku têk bibin, me qedand, wê demê çima em pê re diyalogê dînin, em bi wan re rûnên'. Ji aliyekî ve van gotinan dibêjin, li aliyê din jî heman kes dibêjin, 'PKK'ê bi hêzên weke Îsraîl, Amerîka û hwd. re têkilî daniye, xwedî artêşek ji 100 hezar kesî ye; bi qemyonan çekan tînin; PKK xetereyeke mezin e'. Baş e, kîjan ji van rast e! Yanî hem wê dibêjin, hem jî vê dibêjin.   Heman kes dibêjin, 'Li ber destê me ÎHA, SÎHA hene, em bi van dikarin hemûyan bieciqînin'. Belê, ÎHA û SÎHA'yan di şerê me de ji aliyê guhertina hevsengiyê ve rol lîstin û em zanin bê dewleta Tirk ÎHA û SÎHA'yan bi çi rengî ji kê peyda dikin. Rast e, bi van amûran zor dan me. Lê belê me îro çekên li hemberî wan bi dest xistine û em dikarin bînin xwarê. Ji ber vê yekê ev amûr weke berê nikarin rolê bilîzin û nikarin zorê bidin me. Baş e ev kes di vê mijarê de çi dibêjin?   NE JI BER BIHÊZBÛNA XWe, JI BER DAXWAZA ÇARESERIYÊ ME PÊVAJO DA DESTPÊKIRIN   Mînak, me îsal di 1'ê Adarê de agirbest ragihand. Lê belê balafira keşfê ya Akinci ku weke balafira xwe ya herî pêşketî nîşan didin, liv û tevgera li ser ezmanên Qendîlê dewam kir. Ev yek berevajî agirbestê bû. Ji ber vê jî 16'ê Adara 2025'an li pêş çavên her kesî Akinci hate xistin û me berpirsyariya vê çalakiyê li xwe girt. Lê belê piştre ji ber ku dem bi dem heman liv û tevgerê dewam kir, di 14'ê Cotmeha 2025'an de dîsa li Qendîlê balafira keşfê ya Akinci nehat xistin? Hate xistin. Baş e, heke tevgerek karibe balafira keşfê ya herî pêşketî-modern a bi 12000 metreyî dikare bifire tîne xwarê, gelo tevgereke lawaz e? Eşkere ye ku li holê hêz û îradeyek heye. Bila kes van gotinên me berevajî neke, di heman demê de rastiyan berevajî neke. Em weke tevger û gel xwedî vê hêzê û îradeyê ne. Lê belê em dixwazin pirsgirêka Kurd bi diyalog û siyasetê çareser bikin. Ji ber vê jî me dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anîn û PKK fesix kir. Ne ji ber ku em bêhêz bûn me ev kir, ji ber ku em çareseriyê dixwazin me ev kir.  Binihêrin, Rêber Apo hîn di dawiya sala 1996'an de di hevpeyvînekê de ya ku bi Fatîh Altayli re kir digot, 'Em şer bisekinînin, tifaqa Kurd-Tirk ava bikin, bibin yek, ez jî zarokekî Anatoliyê me'. Îro jî heman tiştî dibêjin. Yanî ev mesele ne meseleya bêhêz û bihêzbûnê ye. Ev mesele meseleya avakirina sîstemeke xwe dispêre neteweya demokratîk û xwişk-biratiya gelan. Fikir û mejiyê me bi vî rengî ye û em dixwazin vê pêk bînin. Naxwe gotinên 'lawaz bûye' û hwd. rast nîne. Rêber Apo beriya niha bi 52 salan bi tena serê xwe bi rê ket. Beriya niha bi 47 salan dema PKK li gundê Fîsê ava bû, ji komeke ciwanan a hejmareke kêm pêk dihat. Lê belê îro bûye meşek ji milyonan mirovî, xwedî hêza çekdar a ji deh hezaran kesî ye. Baş e ev serketin çi ye, çi nîne? Ev serketina PKK'ê ye, serketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bê dîtin, rast bê nirxandin û pirsgirêk bê çareserkirin. Naxwe bi nedîtina rastiyan, bi axaftina yekalî nabe.   KURDAN HEBÛNA XWE ISPAT KIR   Yên ku gotinên bi vî rengî dikin ew kes in ku berpirsyariya wan nîne, bi zanebûn an jî nezantî dixwazin sûdê ji şer werbigirin. Di dema xwe de, di pêvajoyeke ji ber şert û mercên konjonkturî de gotibûn, 'Em Tirkiyeyeke bi vî rengî ava bikin û Kurdan nas nekin' û bi vî rengî dewam kirin. Lê belê şert û merc êdî guherîn. Kurdan hebûna xwe ispat kirin, ev rastiyek e. Divê ev bê dîtin û nêzîkatî jî li gorî wê bê nîşandan. Civaka Kurd û tevgera azadiyê lawaz nînin. PKK'ê xwe fesix kir, lê belê xeta Apoyî xwedî ewqas şopdaran e, ewqas mirovan e ku têkoşîna azadiyê dimeşînin. Ev rastiyek e. Lê belê ew kesên ku hûn dibêjin aştiyê naxwazin, berjewendiyên xwe di şer de dibînin.   YÊN ALÎGIRIYA ŞER DIKIN DEREWAN DIKIN    Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd hebe ne demokrasî bi pêş ve diçe, ne jî aborî sererast dibe. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Niha tê gotin, nifûsa Tirkiyeyê 86 milyon e. Yên ku li berjewendiyên van milyonan difikirin divê rast nêzîk bibin. Hem tu bibêje 'alîgirê demokrasiyê me' hem jî siyaseta înkar û îmhayê biparêze, ev nabe. Lewma her kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê pêşketin çêbibe, aborî sererast bike, demokrasîk pêk were beriya her tiştî divê rast nêzî çareseriya siyasî bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin gelekî girîng e. Divê piştgiriyê bidin vê û berjewendiyên Tirkiyeyê jî tenê bi vî rengî dikarin biparêzin. Kesên ku alîgirê şer in, dema ku dibêjin 'Em berjewendiyên Tirkiyeyê diparêzin' derewan dikin. Berjewendiyên Tirkiyeyê bi şerê li dijî Kurdan nayê parastin. Tirkan di her serdema girîng a dîrokê de kengî bi Kurdan re tifaq kirin, wê demê bi ser ketin. Lê belê kesên weke Saygi Ozturk bi qalekî neteweperestî yê teng û nijadperestî li her cihî dijberiyê li Kurdan dikin, dijminatiya Kurdan dikin. Kes nikare bi vî aqlî berjewendiyên Tirkiyeyê biparêze.   REXNEYÊN TÊKILDARÎ VEKIŞÎNA JI ZAPÊ BERSIVAND   Rexne dema ku bi vî rengî bi durustî û cidî bêne kirin, em bi rêzdarî nêzîk dibin. Ev yek têkoşîneke gel e; her kes dikare nêrîna xwe bibêje, rexneyên xwe bike. Em hurmetê nîşanî hemû rexneyan didin û gelekan jî li ber çavan digirin. Ji ber ku em tevgereke welê ne ku ya komunal û komunalîzmê ji xwe re dikin esas. Em kolektîvîzma civakî diparêzin. Ji ber vê jî bêguman em her fikrî li ber çavan digirin û sûdê jê werdigirin. Lê belê hin kes hene ku nêta wan xerab e û li gel ku karekî nake, timî dijminatiyê dike. Rewş çi dibe bila bibe, çi bi zanebûn çi jî bi nezantî, pozîsyona kes û derdorên bi vî rengî sekneke kontra ye, sekneke dijberiyê ye. Derdorên bi vî rengî bêguman li derve dihêlim. Lê belê rexneyên ji aliyê gelê me, rewşenbîran û siyasetmedaran ve têne kirin, bêguman em bi xweşbînî pêşwazî dikin. Ev ne meseleyeke ji rêzê ye, meseleyeke sed salî ya gelê Kurd e. Em dixwazin di vê mijarê de gavê biavêjin û pêşketinê pêk bînin. Ev ne tiştekî hêsan e. Weke ku Rêber Apo got, serhildan û raperînên Kurdan her tim bi darvekirinê bi encam bûn. Niha maseyek hate danîn û divê mirov wateyê bidin vê. Rêber Apo jî bi vî rengî destnîşan kir.   AGIRBESTA DU ALÎ DI MERIYETÊ DE YE   Girîng e di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Rast e, heta niha me bi yekalî gav avêt. Dewleta Tirk di şert û mercên Îmraliyê de hin asayîbûn pêk anî lê belê ev ji xwe diviyabû bi vî rengî bûya. Her wiha komîsyonek hate avakirin û agirbesteke du alî di meriyetê de ye. Ev pêşketinên erênî ne. Lê belê heta niha gavên qanûnî li pêş çavan nehatin avêtin. Mînak ev biryara komîsyonê erênî ye û dibe ku encamê werbigire. Lê belê gavên ku me heta niha li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo avêtin hemû yekalî ne. Ji bo gelê me zanibe dikarim vê jî bibêjim; di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê hevalan civîneke çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku ji cihên li Bakur ên metirsiya provokasyonê hene xwe vekişandine. Bêguman ev yek ne vekişîna ji her cihî ye, vekişîna ji wan qadan e ku rîska provokasyonê li ser wan heye. Bi heman rengî hate ragihandin ku ji Zap û deverên weke Girê Bahar di çarçoveya planekê de me xwe vekişandine. Ev ne ew gav in ku pêvajo gelekî baş dimeşe û li ser vê bingehê hatine avêtin. Ev ew gav in ku ji bo pêvajo nexitime, pêşî li pêvajoyê bê vekirin û bimeşe hatin avêtin. Armanca van gavên girîng ku Rêber Apo pêwîstî pê dît û me jî guncaw dît û bi cih anîn, pêşvebirina çareseriya siyasî yanî pêvajoya siyaseta aştî û demokratîk e. Lê belê vê jî bibêjim; êdî em gihîştine dawî. Tiştekî din ê ku em bikin nîne. Ji niha û pê ve divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn yanî derbasî qonaxa avêtina gavên qanûnî bibe. Heke ev gav neyên avêtin wê pêvajo ber bi xitimandinê ve biçe.   HEKE DEWLET ÇARESERIYÊ BIXWAZE DIVÊ GAVAN BIAVÊKE   Ev têkoşînek e. Ji xwe Rêber Apo ev pêvajo weke demeke têkoşînê nirxand. Ne pêvajoyeke ku bi danûstandinan em tiştekî bidin, tiştekî werbigirin; lê belê divê her kes ji aliyê xwe ve gavê biavêje, berpirsyariya xwe bi cih bîne. Me ji aliyê xwe ve tiştên pêwîst û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û gav avêtin. Heke dewlet jî bi rastî çareseriyê dixwaze divê êdî gavê biavêje. Ev xusûs divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.   Belê, me xwe ji van qadan vekişand, lê belê em acemî nînin. Tecrûbeya me heye, hin tiştên em pê zanin hene. Bêguman em bêtedbîr tevnagerin. Lê belê têkoşînek tê meşandin û em dixwazin bi rêbazên aştiyane bigihêjin encamê.   ÇIMA KURD LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NÎNIN?   Rêber Apo dibêje, 'Ez dixwazim ji Kurdan re cihekî biafirînim'. Kurd li Tirkiyeyê û cîhanê xwedî cihekî qanûnî nînin. Di qeydekê de Kurd nîne. Belê, li Iraqê ji aliyê qanûnî ve hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ava bûye. Di heman demê de di peymana navbera Ahmed Şara û Mazlum Ebdî de ku 10'ê Adarê hate îmzekirin, hebûna Kurdan tê qebûlkirin, tê gotin ku divê mafên Kurdan bêne naskirin. Belê ev hene, lê belê niha li cîhanê çiqas gel, çanda civakî hebin li Neteweyên Yekbûyî nûnerên xwe hene. Nêzî sed platformên miletên bi dewlet û bê dewlet hene. Gelo li Kurd Kurd hene? Nîne. Li Neteweyên Yekbûyî nûnerekî bi tenê yê Kurdan nîne. Li gel ku Kurd gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, gelê Kurd di nava sîstema Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê de qeyd û cihê xwe nîne.   EM DIXWAZIN KURD ALIYÊ QANÛNÎ VE XWEDÎ CIHEKÎ BIN   Yên berê zanin; di salên 1970-80'î de piraniya Kurdan ji bo neçin leşkerî, her wiha ji ber ku zêde nediçûn bajaran jî bi rengekî xwezayî bê nasname bûn, qeyda xwe li dewletê nedikirin. Ji wan re 'Nifûsa Kelpe' dihate gotin. yanî tê wateya, kesên ku qeyda xwe li cihekî nîne. Kurd îro li cîhanê nifûsa kelpe ne, yanî li derveyî nifûsê ne, qeyda xwe nîne. Em niha dixwazin Kurd li Komara Tirkiyeyê ji aliyê qanûnî ve xwedî cihekî bin. Tenê bi vî rengî komar dikare bibe komareke demokratîk; em jî dikarin bibin ew kes ku ji bo komara demokratîk têdikoşin. Ji ber ku armanca me ev e, em jê re 'tifaq' dibêjin. Naxwe em ne tenê ji bo çareseriyê vê dikin. Em dibêjin, 'Heke em ê li hev bikin, divê em tifaqê ava bikin'. Lewma ne tiştekî welê ye ku dijberî li hev bê kirin. Lê belê hîn jî hinek radibin îdîayan dikin, dibêjin 'PKK'ê ev kiriye, QSD-PKK'ê ev kiriye'. Baş e, heke em li hev bikin em ê bibin dostê hev, di çarçoveya komara demokratîk de em ê li heman eniyê bin. Tu li ber kîjan aliyê vê yekê radibe!   KARÊ KU RÊBER APO DIMEŞÎNE JI BO HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE   Wekî din, parçeyên din jî di nav de divê her kes zanibe, ev karê ku Rêber Apo dimeşîne ne tenê ji bo Kurdên li Bakur e, ji bo Kurdan hemûyan e. Çima? Ji ber ku heke Dewleta Komara Tirkiyeyê Kurdan bi rengekî qanûnî qebûl bike, wê demê dikare bi Kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî dostaniyê bike û hevkariyê bike. Heke ev dostanî nebe, tenê têkiliyên taktîkî wê bibe. Rewş niha bi vî rengî ye, ji ber ku ditirsin. Divê Dewleta Tirk ji Kurdan netirse. Lê belê ji ber ku heta niha ditirse, têkiliyên xwe yên bi Başûr re û parçeyên din re di asta taktîkî de ye. Bêguman têkiliyên bi vî rengî sibe, dusib dikarin ji holê rabin. Ji ber vê em dibêjin, divê dewleta Tirk êdî vê rastiyê bibîne, Kurd li qada qanûnî cih bigirin û bi vî rengî em li hev bikin. Li ser vê bingehê bi Kurdan re dikare dostaniyê bike û vê pêvajoya nû bi hev re bi pêş ve bibe. Eml dixwazin di mijara têkiliya navbera gelên Kurd-Tirk-Ereb de serdemeke nû bidin destpêkirin. Ev yek ji bo gelên Fars-Asûrî-Suryanî jî derbas dibe. Em perspektîfa neteweya demokratîk diparêzin. Divê ev yek bê zanîn.   Li gel vê yekê Rêber Apo heta roja îro di pêvajoyên bi vî rengî yên krîtîk de hin gavên bi wêrekî avêt û her zara ku avêt timî du şeş hat. Em di wê baweriyê de ne ku di vê demê de jî zara ku Rêber Apo biavêje wê du şeş be, yanî gelê Kurd û tevgera me wê bi ser bikeve.”