ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin 2025-11-24 14:49:27 AMED - ÎHD’ê, ragihand ku di nava sala dawî de li bakurê Kurdistanê herî kêm mafê jiyanê yê 88 jinan hatiye binpêkirin.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Nawneteweyî, rapora xwe ya “Binpêkirina mafên jinan” a salekê ya li bajarên bakurê Kurdistanê li avahiya xwe aşkera kir.   Rapor, ji aliyê endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidirê ve hat xwendin.   MIRINÊN BIGUMAN ÊN JINAN    Esra Saçaklidirê diyar kir ku rapor ji bûyerên di navbera 1’ê Kanûna 2024’an û Mijdara 2025’an pêk tê û got: “Tundiya li ser jinan ne tenê fizîkî ye, tundiya zayendî, aborî û civakî jî heye. Ji ber tundiyê gelek jin ji civakê tên dûrxistin. Gelek jin întîxar dikin. Lê em dizanin ku ev întîxar jî cinayetên civakî ne. 5 jinan întîxar kiriye, 37 jin hatine kuştin, 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer hemû ji ber sedemên tundiya li nav malê û civakê pêk tên. Li dijî van mirinan lêpirsînek baldar nayê kirin.”   MAFE JIYANÊ YÊ 88 JINAN HATE BINPÊKIRIN   Bi domdarî Esra Saçaklidirê destnîşan kir ku ji ber tundiya di nava malê de herî kêm 29 jinan jiyana xwe ji dest dane, 9 jin birîndar bûne û got: “Ji kesên berpirsiyar hat xwestin ku ev bûyer werin veşartin. Sala 2025’an wekî ‘Sala malbatê’ hat aşkerakirin lê ev biryar mirinan nesekinand. Divê dewlet destpêkê jinan biparêze. Em dizanin ku neçarserkirina pirsgirêka Kurd tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ji bo wê em dibêjin divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. 37 jinan jiyana xwe ji dest daye, 5 jin întîxar kiriye û 46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane.”   DAXWAZÊN XWE RÊZ KIR   Di berdewamê de ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan ev daxwaz hatin rêzkirin:   * Dewleta Tirkiyê divê dîsa vegerê ser Peymana Stenbolê.   * Desthilat divê qanûna 6284’an bi awayekî xurt bimeşîne û divê ji dest biryarên kêfî berde.   * Divê lêpirsînên bi bandor û baldar li ser tundiya di nav malê û civakê de pêk tê were kirin.   * Divê mekanîzmayên serlêdanê ji bo jinan hêsan be.   * Divê zextên li ser saziyên jinan werin bidawîkirin.   PEYAMA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ   Di dawiyê de endama Komîsyonê Eylem Kaya axivî. Eylem Kaya jî diyar kir ku divê her dem tundî di rojeva her kesî de be û got: “Ne tenê 25’ê Mijdarê divê tundiya li ser jinan her dem were hişê me. Divê tundiya li ser jinan li her qadê ji holê bê rakirin. Em ê jî li her qadê li dijî tundiyê rabin. Em wekî ÎHD’ê diyar dikin ku heta tundî bi dawî bibe dê têkoşîna me berdewam bike.”