Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin 2025-11-24 13:10:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payin ku girteka hevdîtina şandeya Komîsyona Meclisê bi Abdullah Ocalan re dike pêşkeşî Serokê Meclisê û komîsyonê bike.    Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman dê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.    Dê tevahiya hevdîtina endamên komîsyonê û Abdullah Ocalan bê qeydkirin. Dê girteka hevdîtinê pêşkeşî Meclis û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş were kirin. Kurtulmuş jî dê dê van girtekan pêşkeşî komîsyona ku ji 51 wekîlan pêk tê bike. Tê gotin ku dê ev girtek di civîna komîsyonê de ji hêla endamên komîsyonê ve were nirxandin.