Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar 2025-11-24 10:36:47 ENQERE -  Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc ên li dijî zextên siyasî, zehmetiyên aborî û cihêkariyên çandî têdikoşin, îlhama xwe ji têkoşîna jinên Kurd digirin û got: “Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar qebûl kirin.”     Gelê Beluc ku welatê wan di navbera welatên Pakistan, Îran û Efxanistanê de dabeş bûye, ji bo serxwebûn û parastina nasnameya xwe ya neteweyî têdikoş e. Li Îranê rastî cezayên darvekirinê, li Pakistanê bi cezayên hefsê yên dirêj û li Efxanistanê jî bi înfazan rû bi rû ye. Bi taybet jî li Îran û Pakistanê tevî li herêmên xweser dijîn jî di rêveberiyê de xwedî maf nînin û çalakiyên wan ên ji bo mafan jî her tim bi êrişan tên tepisandin.    Aktîvîsta mafên mirovan a Beluc Farîba Borhanzahî, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, zehmetiyên jinên Beluc rê bi rû dimînin, têkoşîna xwe û têkiliyên bi tevgera jinên Kurd re vegot.    AKTIVÎSTBÛNA LI BELUCISTANÊ   Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc piştî birînên bi sala ye di jiyana wan de hatine vekirin ferqkirin dest bi têkoşînê kirine û got: “Tundiya yekser, şahidiya li vê tundiyê êdî kir ku mirov nikare li dijî vê tundiyê bêdeng bimîne. Min xwe neçar dît ku ji bo dengê gelê Belucistanê yê hatiye qutkirin bilind bikim hemû hêza xwe bi kar bînim. Ji ewil min li taxan û di nava komên biçûk de hewl da hestiyariyekê ava bikim. Piştre min bi rêxistinên jinan re têkilî danîn, hewl da bûyerên tundiyê bikim belge û piştgiriyê bidim malbatên ji vê tundiyê bandor bûne. Aktîvîstiya jin li Belucistanê pir xetere ye; girtin, êrişên fîzîkî, zilma edlî, zexta civakê û binçavkirina komî ya çalakvanan. Anku aktîvîstbûn, tê wê wateyê ku tu ewlehiya xwe ya şexsî û malbatî bixî xetereyê. Ev rastî, li herêmên rayedar jê sûdê digirin hêj xeteretir dibe.”    BÛYERÊN BÛN ÇIRÛSKA TÊKOŞÎNÊ   Di berdewamê de Farîba Borhanzahî bal kişand ser bûyerên veguherîna çirûska têkoşînê û got: “Ji bo me gelekan bûyera diyarker, du trajedî bûn. Ya yekemîn kuştina Jîna Emînî ya bi destê dewletê û ya din jî li Chabaharê bûyera tecawizkirina zaroka 15 salî ya bi navê ‘Maho’ ji hêla fermandarekî ve bû. Piştî ev nûçe hatin parvekirin, rê li ber hêrsekî mezin vekir û gelê Beluc daket kolanan. Van her du bûyeran, nîşan da ku tundiya bingeha xwe ji zayendê digire û ya dewletê wek hev in û bertekekî kolektîf û rêxistinkirî şert e. Zextên li Belucistanê gelek caran rê li ber windahiyên canî yên komî vedike. Mînaka herî balkêş jî ew e ku hêzên ewlekariyê gule li kesên taet dikirin barandin û zêdetirî 100 kes kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûn. Ev komkujî li Zahîdanê hate kirin ku em jê re dibêjin ‘Îna Xwînî’. Vê bûyerê bandoreke mezin li civakê kir û nîşan da ku dewlet dixwaze tundiya kıjer bi kar bîne.”    TEVGERA JINÊ   Di berdewamê de Farîba Borhanzahî bal kişand ser têkoşîna jinên Beluc û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera jinan a li Belucistanê, ji komên herêmî, aktîvîstên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl pêk tê. Toreke ji van pêk tê ye. Ji ber ku tevgera jinê her tim di bin zextê de ye, rêxistiniya fermî pir zehmet e lêbelê aktîvîst xebatên xwe yên li qadê didomînin û ji malbatên mexdûr bûne re dibin alîkar. Alîkariya hiqûq û tenduristiyê didin û binpêkirinên mafên mirovan dikin belge. Di nav gavên sereke de, alîkarîdayîna mexdûrên tundiyê, ji bo di mijara mafên jinan de hestiyariyekê ava bikin kampanyaya dimeşînin û hewl didin bala kûrewî bikişînin ser. Ji bo vê jî bi saziyên navneteweyî re pêwendiyan datînin. Tevgera jinan a li Belucistanê, beriya her tiştekî li dijî tundiya dewletê, newekheviyê û cihêkariya etnîkî-zayendî têdikoşe.”    NIKARIN XWE BIGIHÎNIN AV Û PÊDIVIYÊN SEREKE   Bi domdarî Farîba Borhanzahî got ku jinên li Belucistanê rastî girtin, êrişên fîzîkî û tundiya zayendî ya yekser rû bi rû dimînin û wiha derbirî: “Ji ber nebûna perwerde, tenduristî û heta belgeyên nasnameyê, ji xizmetên bingehîn bêpar dimînin. Li gelek bajarên Sistan û Belucistanê xwegihandina av û xizmetên sereke nîne. Ji ber van sedeman jî zarokên keç neçar dimînin dibistanan berdin û di temenekî biçûk de neçarî zewacê tên kirin.”    'JINEOLOJIYÊ ÎLHAM DA’   Farîba Borhanzahî, îşare bi têkiliyên jinên Beluc ên bi Tevgera Jinên Kurd re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliyeke me ya xurt bi Tevgera Jinên Kurd re heye. Em bi rêxistinên jinên Kurd re xebitîn, em tecrûbeyên xwe parve kir û têkoşîna wan a domdirêj îlham da me. Dirûşmên tevgera jinên Kurd, rêbazên wan, têgeha ‘jineolojiyê’ û mijara ku ji bo jin xwe li ser pêyan bigirin, pratîkên wan ên rêxistinî îlham da me. Van mijaran kir ku zanetiya siyasî ya jinan a li Belucistanê pêş bikeve, kapasîteya wan xurtir bibe. Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar dîtin. Ev dirûşma bi Kurdî, di nava çendek hefteyan de ne tenê li Îranê, di tevahiya çalakiyên li cîhanê de olan da û veguherî ketina nava liv û tevgerê ya kûrewî. Saziyên çapemeniyê, aktîvîst û siyasetmedaran ev dirûşm ji bo daxwazên mafên jinan û weke sembola berxwedana li dijî rejîmên otorîter qebûl kir. Ev dirûşm, têkoşîna hevpar xurt dike û di navbera jinên li herêmên cuda de baweriyeke siyasî xurt dike.”    DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ XURTKIRIN   Farîba Borhanzahî, got ku girîngiya 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinên cîhanê kêliyeke piştevaniya navneteweyî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştevanî dirûşman derbas bike. Piştevaniya navneteweyî ya heyî girîng e lê têr nake. Divê di navbera zexta navneteweyî, bi piştgiriya teknîk û fînansî ya saziyên mafên mirovan re bi tora herêmî re were xurtkirin. Di têkoşîna me de tişta herî zêde hêviyê dide, berxwedêriya jin û ciwanan û piştevanî ye. Zext çiqas zêde û tund bibe, dengê we ewqas bêhtir girîng dibe. Perwerde, belgekirin û piştevaniyeke rasteqîn a ne sembolîk, mifteya guherîna mayinde ye.”    MA / Denîz Karabudak