Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse 2025-11-24 10:00:25 HESEKÊ - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike.   Nediyariya siyasî ya li Sûriyeyê, ji şerê navxweyî yê sala 2011’an heta niha didome. Piştî hilweşîna rejîma Esad, Hikûmeta Veguhêz hate ragihandin lê vê hikûmetê hêj gel û baweriyên cuda nas nekiriye. Nîqaşên têkildarî bê sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pergalê de çawa cih bigirin, berdewam in.    Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin jî yekser bandorê li van geşedanan dike. Piştî destpêkirina pêvajoyê, rageşiya li herêmê hinek nermtir bûye û pêwendiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi Tirkiyeyê re ket rojevê.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, têkildarî mijarên behsa xeberê, nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re kir.     Di beşa duyemîn a hevpeyvînê de Ebdî têkildarî têkiliyên bi Tirkiyeyê re, pêwendî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hene yan na û mijarên cuda nirxandin kir.    Di vê pêvajoyê de têkiliyên Bakur û Rojhiltatê Sûriyeyê û Tirkiyê gelek di rojevê de ye? Di destpêkê de têkilî çi astê de ne û têkiliyek çawa di navbera we de heye?   Têkilî hene. Qenalên vekirî di navbera me de hene. Lê belê lihevhatin nîn e. Em bibêjin ev ne meseleyê muzakereyan e. Hevdîtin hene, danûstandin hene. Ev tiştek baş e. Em li bendê ne ku asta van hevdîtinan hêj xurttir bibe. Şêwazekî fermî, heta em bikaribin hinek mijaran de lihev bikin.    Hinek metirsiyên Tirkiyê hene. Em amade ne ku vana bigirin rojeva xwe û çareser bikin. Ên me jî hene. Axên me yên dagirkirî hene. Ji ber hebûna Tirkiyeyê nikarin vegerin. Wekî Efrîn, Serêkaniyê.   Hinek metirsiyên Tirkiyê hene. Em amade ne ku vana bigirin rojeva xwe û çareser bikin. Ên me jî hene. Axên me yên dagirkirî hene. Ji ber hebûna Tirkiyeyê nikarin vegerin. Wekî Efrîn, Serêkaniyê. Mijarên bi vî rengî em dixwazin bi Tirkan re çareser bikin.  Em hêvî dikin ku asta van hevdîtinan bilindtir bibe, em bikaribin encamên erênî bigirin.    Metirsiyên Tirkiyeyê çi ne? Ligel hevdîtinan ev metirsî tê çi wateyê?   Dibêjin metirsî, lê em tev li vê nabin. Ê ku êriş ser hatî kirin em in. Ê ku axa wan hatî dagirkirin em in. Ên ku xelkê wan hatî koçberkirin em in. Ên ku li ser zext tê çêkirin em in, ne terefê Tirkiyê ye. Ji ber wê em wateyê nadin. Lêbelê ew dibêjin. Hebûnek leşkerî ê Kurdan ji bo wan gef e. Em tev li vê nabin. Statuyekê vê derê ji bo Kurdan çêbe ji bo xwe gef dibînin. Tevlibûna saziyên eskerî yê Sûriyê wek gef dibînin.    Rastiya vê heye yan?     Berovajî vê hebûna me, tevlibûna saziyên me, tevlibûna van saziyên mezin, behsa dehhezaran leşker dikin, dîsa dosya petrolê, dosyayên mezin hene, çareserkirina van dosyayan heye, ev hemû dê bibe cihê aramiyê. Ji bo Tirkiyê jî bibe cihê aramiyê.   Ne rast e. Berovajî vê hebûna me, tevlibûna saziyên me, tevlibûna van saziyên mezin, behsa dehhezaran leşker dikin, dîsa dosya petrolê, dosyayên mezin hene, çareserkirina van dosyayan heye, ev hemû dê bibe cihê aramiyê. Ji bo Tirkiyê jî bibe cihê aramiyê. Ji ber wê em dibêjin ji bo vê pêvajoyê bibin piştgir, piştgiriya vê pêvajoyê bikin.    Gelek derdor eleqeyek di navbera pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne. Bandoreke çawa pêvajoyê a li ser vir heye?       Niha li vir bi artêşa Tirk re agirbestek heye. Ev di saya pêvajoyê de hatiye çêkirin. Ez bawer dikim ku ev pêvajo bibe encamekî agirbest cem me mayînde bibe   Bandoreke xwe yê yekser heye. Heta ez dikarim bibêjim herkesî bêtir (derveyî Bakur) Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike. Niha li vir bi artêşa Tirk re agirbestek heye. Ev di saya pêvajoyê de hatiye çêkirin. Ez bawer dikim ku ev pêvajo bibe encamekî agirbest cem me mayînde bibe. Îro heke em behsa danûstandina bi dewleta Tirk re dikin bi saya vê pêvajoyê ye. Bi rastî em dixwazin ji bo ku ev pêvajê bi ser bikeve tişta ku dikeve ser me, QSDê em amade ne ku pêk bînin. Bibin terefek alîkar ne asteng ji bona vê. Pêşxistina vê pêvajoyê herî zêde wê rojavayê Kurdistanê eleqeder bike. Bandora pêvajoya bakurê Kurdistanê li serçareserkirina pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê jî hene.     Di vê pêvajoyê de têkiliyeke we ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbû yan na?   Belê çêbû. Bi şêwazekî guncav (bi rêya nameyê) nêrînê Îmraliyê hat girtin û yên me jî hat ragihandin. Em dixwazin hinek mijar cem me hene; behsa hebûnên şervanên Bakur dikin. yên PKK’ê dikin. Eva tenê dikare Îmralî çareser bike. Çareserkirina vê bangawaziya Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji ber wê jî pêdivî heye ku têkiliyeke yekser ji bo hinek pirsgirêk hene werin çareserkirin. Pêdivî heye ku bi Rojava û Îmralî re têkilî werin çêkirin. Heke têkiliyên me baştir werin çêkirin, ev dê encamên xwe yên erênî hebin dê hem ji bo pêvajoya aştiyê Bakur hem jî çareserkirina pirsgirêke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.    Gelo hûn dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bikin?     Hevdîtina li Îmraliyê em pêwîstiyek dibînin. Ev dê bandora xwe yê erênî hebin bo pêvajoya Bakur û pirsgirêka Kurd a Bakur û Rojhilata Sûriye.     Belê me bihîst. Şeyeta diçe Îmraliyê ji me re got ku xwestek ji Rêber Ocalan jî heye ku rayedarên Rojava herin ziyareta wir. Em jî pêwistiyek bi vî rengî dibînin. Ev dê bandora xwe yê erênî hebin bo pêvajoya Bakur û pirsgirêka Kurd a Bakur û Rojhilata Sûriye.   Tirkiye divê ji vê netirse?   Pêwist e netirs e. Eva dê bi berjewendiya Tirkiyê jî be.     Di heman demê de tê gotin ku îxtîmal e hûn Tirkiyê ziyaret bikin? Rewşeke bi vî awayî heye? Kesekî hûn vexwendin an na? An jî hûn dixwazin biçin Tirkiyê bi rayadaran re rûnên?   Ji bo me tu mişkule nîn e. Madem ev ê bibe rolekî xwe yê erênî ya çareserkirina bi giştî, çima em dikarin herin. Erênî dibînin.    Çend mijarên girîng jî hene ku ez dixwazin bipirsim; DAIŞ hêj talûke ye li herêmê?     Talûkeya DAIŞ’ê kêm nebûye. Hin planên DAIŞ’ê hene ku xebatên xwe xurttir bike.  Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xurt bibe. Rewşa Kampa Holê her kesî eleqedar dike.    Talûke ye. Ev kêm (talûke) nebûye. Hin planên DAIŞ’ê hene ku xebatên xwe xurttir bike. Meha berê 15 hevalên me şehîd ketin. Dîsa hewldanên DAIŞ’ê hene ji hepsê xwe bide revandin. Kampa Holê xebatên xwe didin meşandin. DAIŞ bi giştî xeter e. DAIŞ li bajarên Sûriyê jî belav bûye. Ji xwe re bingehek vekirî dîtiye piştî guherînin Sûriyeyê çêbûn. Çek ketin destê wan. Rejîma Esad dema ket sileh ketin dest. Gelek herêm hene valatiya ewlehiyê de serbest kar dikin. Mecalê DAIŞ kar bike bêtir çêbûye. Ji ber wê pêwîstî bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê zêdetir bibe.    Kesên di kampan de hene, der barê rewşa wan de çi difikirin?   Mijara Holê mijareke girîng e. Ne tenê me eleqedar dike, herkesî eleqedar dike. Gelek aliyan me çareser kirin. Niha hêjmara wir ketiye niviyê. Helbet ev di hundirê 10 salan de sivik dikin. Niha ketiye nîvî. Lê xeter hîn heye. Her tim pirsgirêk tên jiyankirin. 2-3 mehan carekî karekî eskerî nekin dê kontrolê derkeve. Xeter heye ez dixwazin wê bibêjim. Pêwistî heye ku mijara Holê bêtir ser bisekinin. Qismek mezin ên Holê hemwelatiyên ne di bin kontrola dewleta Sûriyeyê de ne.  Em dixwazin van çareser bikin. Hezaran malbatên DAIŞ’î hene. Ji bo wan zeman divê. Mijarek girîng heye. Ji bo me hinek pirsgirêkên finansmanê derket. Niha em dixwazin van çareser bikin. Lê belê rojeva xwe diparêze.    Rêveberiya Xweser Sûriyeyeke çawa dixwaze?     Em Sûriyeke nenavendî dixwazin. Divê gel nûnerên xwe hilbijêre. Leşkerî, ewlehî... Ev ne parçebûn e, ev Sûriyeyê zeîf nake, berevajî vê dê xurt bike.    Gelek kes dibêjin me fêm nekiye hûn çi dixwazin. Em Sûriyeke nenavendî dixwazin. Ev nenavendî dê çawa bibe? Elbet ev mimkun e dibêjin. Konferansa hêzên Kurdî çêbûn û li wir daxwaze federalî derket. Hêzên Kurdî vê dixwazin. Em bi xwe ne dijî vê ne. Lê belê niha li ser tiştên mimkun dişixulin. Em bibêjin civaka nawnetewî qebûl bike vê yekê. Ewropî qebûl bikin. Dîsa hikûmeta Şamê qebûl bike. Em niha li ser lêgerînek wisa dixebitin. Hedefa me ya esasî ew e li vir têkoşîna vê gelî, fedakariya gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê kirî (tenê behsa Kurdan nakim, behsa Dêrazorê dikim, Reqa dikim. Wan jî fedakariyeke mezin kirin, bi hezaran şehîd dan) biparêzin. Ya me ya esasî em karibîn van destkeftiyan biparêzin. Keda vî gelî vala neçe. Ew jî bi şêwazeke xurt bikaribin cihê xwe bigirin. Ji ber wê ya munasib çi ye; ev dever karibin rayedarên xwe diyar bikin. Rayedarên xwe hilbijêrin; çi eskerî dibe çi ewlekarî dibe çi îdarî dibe. Ew bikaribin rayedawên xwe hilbijêrin, bi xwe temsîl bikin. Bi xwe xwe hilbijêrin, li ser vê esasî tevlibûna xwe ya dewleta Sûriyeyê çêbin. Tişta ku em ji ne navendî qest dikin ev e. Em vir de zehf vekirî ne. Bi hikûmeta Şamê, herkesi re parvekiriye. Ev ne parçe bûne. Ev Sûriyê zeîf nake, Sûriyeyê xurt bike.    Di pêvajoya şoreşê de keliya herî zêde ku bandora xwe li ser we kir çi bû?     Bê tereddut ez ê bibêjim şerê Kobanê bû. Şerê Kobanê şerekî îmtîhaneke mezin bû.   Bê tereddut ez ê bibêjim şerê Kobanê bû. Şerê Kobanê şerekî îmtahaneke mezin bû. Ji bo herkesî. Di serî de ji bo hêzên me. Ji bo tevahiya gelê Kurd û civaka nawnetewî. Ji ber ku noqta şikaninê bû. DAIŞ dê serkeve yan dê bibe despêka tunebûna DAIŞ’ê? Heke DAIŞ li Kobanê bi ser biketa dê li tevahiya Sûriyeyê bi ser biketa. Li Iraqê jî bi ser biketa. Ji ber ku cara yekem bajarê yekem li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da Kobanê bû. Heta wî wextî bajarên mezin yek bi yek ketin, nikaribûn li ber xwe bidin. Li Iraqê jî Sûriyeyê jî DAIŞ’e ku hedef digirt. Li Kobanê berxwedan çêbû û dirêj bû. Dinyayê ev dît. Îmtahaneke mezin bû. Kurd bûne yek. Kurdên çar parçê hatin wir şer kirin. Sûrî bûn yek. Herî dawîn hêzên navneteweyî jî -çi yê resmî çi yê ne resmî enternayonal- hatin wir şer kirin. Kobanê şerek mezin çêbû. Ev nokteya herî zor û herî xurt bÛ. Ev şer bû destpêka paşvexistin û tunekirina DAIŞ’ê.    Dîsa we di vê pêvajoyê de qet got ku xwezî ev jî çêbûya û pêk bihata, an jî me divê vê tiştê nekiriba?     Bi aqilê vê çaxê û aqilê vê demê bînî ba hevdu helbet wê gelek mesele hebin. Mesela me mijarên hêzekî leşkerî hevbeş (ji hemû pêkhateyan pêk tê) hinek dereng çêkir. Me zûtir çêkiriba belkî rewşa me yê Sûriyeyê cudatir bûya. Derengî hat çêkirin. Hinek gav me dereng avêtin. Wexta xwe de me biavêta belkî belkî encam niha cuda bûya.    Li gorî hin kesan hûn “general” in, li gorî hin kesan muttefik, hin kes jî wek kesekî xeternak dibînin, Mazlum Ebdî xwe kesek çawa dibîne?     Ez insanekî xwezayî me. Ne tiştên xwe îkar dikim, her tiştek me çi kiriye heta niha. Hedefa me ya herî mezin va hêviya kesê min gotî vala dernexin û serkeftinê çêkin.    Ev tiştê tê gotin hemû sedemê xwe hene. Wele ez insanekî xwezayî me. Ne tiştên xwe înkar dikim, her tiştek me çi kiriye heta niha. Pêvajoya şoreşa Rojava her tiştek pêwistiyek xwe hebû, roleke xwe hebû, dema xwe de jî hate kirin. Lê îro erkeke me yî netewî yê Sûriyeyê yê rojavayê Kurdistanê, helbet erkeke me yê ji bo Rojava di van mijaran gişka de Mazlum Ebdî vê rolê bilîze. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê baweriya gel li me çêbûye. Mesajên wan tên. Hêviyên wan çêbûne. Ji bo QSD rola xwe bilîze hêviyek çêbûye, em vê dizanin. Hedefa me ya herî mezin va hêviya kesê min gotî vala dernexin û serkeftinê çêkin.    Heta niha qet metirsiyek li ser jiyana we çêbû yan na?   Çend caran hewldanên sûîqestê çêbûn. Du caran hevalên me şehîd ketin. Lê ev tiştek normal e di pêvajoya şoreşê de. Niha em xebatên xwe dewam dikin.     Bi rêya ajansama me bangawaziyeke we ji bo gelên Tirkiyeyê heye?   Berî her tiştî banqawaziya min ew e ku gelên Tirkiyê pêvajoya Îmraliyê derketiye û belav dibe pê bawer bikin û piştgirî bikin. Ya duyemîn tevlibûna hêza HSD’ê ya Sûriyeyê dê ji bo Tirkiyeê bibe aramî. Em dixwazin vê bawer bikin. Ser vî esasî ser bingeheke nû, xurt û wekhev em bi hev re pêş bixin.    MA / Azad Altay