Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye 2025-11-23 12:27:09 AGIRÎ - Wekîlê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser gavên li Agiriyê di bin navê “ewlehiyê” de tên avêtin û got: “Ev li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye.”    Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li Agiriyê di bin navê “ewlehiyê” de li aliyekî “rêyên ewlehiyê” tên çêkirin ûl i hêla din jî projeyên bendavan ketin meriyetê. Îsal li herêmên Gilîdax û Tendurekê ji bo baregehên leşkerî gelek rêyên leşkerî hatin çêkirin.    Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, diyar kir ku tevî pêvajoyê jî polîtîkayên “ewlehiyê” di meriyetê de ne û got: “Lê em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Diviyabû nêzikatî cuda bûya. Lê em hewldaneke berevajî vê rû bi rû ne. Ji bo polîtîkayên ‘ewlehiyê’ê pareke mezin ê budçeyê hate veqetandin. Weke mînak; ji bo çêkirina baregehan û rêyên leşkerî yên li herêmên Tendurekê, nêzî 180 milyon lîre hatiye veqetandin. Li herêma Agiriyê jî nêzî 200 milyon lîre hatiye veqetandin. Ev, li dijî ruhê aştiyê ye. Her çend bibêjin hinek ji van rêyan ji bo aborî û bazirganiyê tên vekirin jî, armanca esasî polîtîkayên ewlehiyê ne. Armanc ew e ku li wan herêman serwer bibin.”    'QADÊN GEL XESP NEKIN’   Bozdag, got ku hewceye budçeya li Agiriyê ji bo polîtîkayên “ewlehiyê” tê veqetandin ji bo gel bê xerckirin û wiha domand: “Anku projeyeke biqasî bi 400 milyon lîreyan xerc dikin. Lê pêdiviyên xelkê Agiriyê pir cuda ne. Heman tiştî mirov bo Bendava Derecîkê jî dibîne. Li wir dê bendaveke golê were çêkirin. Ev bendav jî ji bo ‘ewlehiyê’ tên çêkirin. Ev ava li vir tije dibe, hatin û çûnê asteng dike. Her wiha qadên çandiniyê û erdên gundiyan xesp dikin. Dixwazin van gundan di bin avê de bihêlin û xelkê wê neçarî koçberiyê bikin. Polîtîkaya xalîkirina mirovan ji herêmê di meriyetê de ye.”    'EM VÊ NÊZIKATIYÊ QEBÛL NAKIN’   Bi domdarî Bozdag anî ziman ku ev israra îktîdarê baweriyê nade gel û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê nêzikatiyê qebûl nakin. Divê ev biguhere. Ne di gotinê de ne jî di pratîkê de li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin. Tevger û gelê Kurd ji bo entegrasyonê amade ye. Ji bo vê divê pêvajo civakî bibe. Divê îktîdar jî tiştên pêwîst tavilê bike. Gel ne li benda rêyên ewlehiyê û bendavan e. Gel dixwaze meseleya Kurd were qebûlkirin û hevrûbûneke rast çêbibe.”    'PÊDIVÎ BI POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ NÎNE’    Bozdag, bal kişand ser koçberiya li Agiriyê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Êdî pêwîstî bi polîtîkayên serweriyê yên ewlehiyê nîne. Ew çiya û zozan ne cihên baregeh û kalekolan e. Ew der cihê jiyanê yê gelê me yê koçkirî ye. Dê vegerin û çandinî, cotkarî û hilberînê bikin. Ji kerema xwe van herêman biterikînin. Agirî ne qada ku hûn polîtîkayên xwe yên ewlehiyê dîsa lê pratîze bikin e. Polîtîkayên milîtarîst ji vir çiqas dûr bin, turîzm ewqas pêş dikeve. Heke hûn bixwazin aborî û hilberîn zêde bibe, wê demê divê bendav neyên çêkirin û van polîtîkayan biterikînin. Divê li gorî ruhê pêvajoya aştiyê tevbigerin.”    MA / Omer Akin