Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand 2025-11-22 21:00:18 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gundê Kor Elî yê Kobanê malbata ku zeytûn diçandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Endamên malbatekê ji ber gulebaranê birîndar bûn.   Hejmarek cotkarên gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê dema ku zeytûn diçinîn, ji aliyê artêşa Tirk ve hatin gulebarankirin.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; leşkeran gule berdane zilamekî ku tevî zarokên xwe li ser motosiklê bûn, di encama gulebaranê de motorsîklet ji rê derket û endamên malbatê birîndar bûn.   Êrişên Tirkiyeyê, bû sedem ku gundî berhemên çandiniyê bihêlin û ji nava erdên xwe derkevin.