ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN 2025-11-22 09:00:36 * Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Rûken Kiliçê  diyar kir ku tiryak êdî li her kolan û taxên bajêr tê firotin û got ku  ew ê bi dînamîkên girseyî û rêxistinên sivîl ên bajêr re li dijî vê yekê xeteke têkoşînê ya hevbeş ava bikin.   * Li navçeya Hezex a Şirnexê perdewakar Mesût Sonmez, gelek caran 3 xwendekarên 15 salî taciz kiriye. Ligel giliyan, hê jî der barê Sonmez de îdianame nehatiye amadekirin.    * Li Wanê esnafekî ku amûrên kevn difiroşe têkildarî şert û mercên xizaniyê de wiha got: "Piraniya kirrîgerên tên cem me, ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin makîneyên xwe, qoltixên xwe difiroşin. Hin dayik erebokên pitikên xwe difiroşin, ji bo mama bikirin."    * Hevseroka Şaxa ÎHD a Îzmîrê Zîlan Gumuşê bibîr xist ku li girtîgehan 412 girtiyên nexweş hene û got ku di pêvajoya aştiyê de tişta ewil bê kirin, divê berdana girtiyên nexweş be.    * Ji Komîteya Amadekar a mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo gel butçe, Tirkiyeya Demokratîk" a KESK'ê Şemsettîn Bakir, anî ziman ku aboriya welêt divê êdî ne ji bo şer ji bo gel bê xerckirin.    * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlan dê li Qada Galatasaray çalakiya xwe ya 1075’emîn li dar bixin. (12.00)   * Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)   * ÎHD, dê li Stenbol û zmîrê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Dê li gelek bajaran bi boneta 25'ê Mijdarê meş, panel û daxuyanî bên lidarxistin. (12.00-17.00)