CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin 2025-11-21 15:59:37   NAVENDA NÛÇEYAN - CHP ku ragihand dê neçe serdana Îmraliyê, di civîna 18’emîn de ji eywana civînê derket.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclisê civîna 18’an li dar dixe. CHP ku ragihand ê endamên wê di şandeya biçe Îmraliyê de cih negirin, ji eywana civînê derket.    Piştî civîn ji çapemeniyê re girtî domiya, endamên komîsyonê yên CHP’î civîn terikandin.