Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya HATE NÛKIRIN 2025-11-21 14:31:16 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna bi rojeva serdana Îmraliyê de axivî û got ku di 18 civînên komîsyonê de li derdorên cuda yên Tirkiyeyê hatiye guhdarîkirin.     Civîna 18'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Meclisê hatibû avakirin, dest pê kir. Civîn, bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Di civînê de dê xebatên komîsyonê û serdana Îmraliyê were nîqaşkirin. Piştî nîqaşê jî dê ji bo çûn an jî neçûna Îmraliyê dengdayîn bê lidarxistin.    Di heman demê de komîsyon, piştî guhdarîkirinan dê bibe civîna ewil a komîsyonê.    Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û wiha got: "Wekîlên rêzdar, ez dest bi civîna 18'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dikim. Bi rastî jî ji 5'ê Tebaxê heta niha xebatên pir bixîret û bi hûr û kûr hatin kirin. Di 17 rûniştinan de me derfet dît ku hema hema li hemû derdorên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de nêrînên wan hene guhdarî bikin. Her yek ji wan, di çarçoveya pêşniyarên endamên hêja yên komîsyonê û partiyên li vir de hatin kirin. Niha jî di vê civînê de, têkildarî pêvajoya ji vir û şûnde, êdî rewşekî ku em zêde rûnin nema.   Di pêvajoya ji vir şûnde, bi taybet jî mijarên di civîna 17'an de hatine nirxandin ku her yek ji wan pir girîng in, di çarçoveya agahdariyên Serokê Îstîxbarata Teşkîlatê de em ê bigirin dest. Têkildarî pêvajoya ji vir û şûnde, ji bo hinek mijar li vir bi aşkerayî bên axaftin, em ê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî li dar bixin. Piştre jî dê dengdayîn bê lidarxistin."