Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene 2025-11-21 11:46:58 QAMIŞLO - Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, diyar kir ku ji bo mafên neteweyî û di mijara demokratîkbûnê de dixwazin bi Şamê re lihev bikin. Îlham Ehmedê ji bo Tirkiyeyê jî got: “Pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene.”  Piştî hevdîtina 10’ê Mijdarê ya Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara ya li Washingtonê, Sûriye dîsa bû yek ji rojevên sereke. Hêj diyar nîne ka dê biryarên hatine dayin bandoreke çawa li ser qadê bike. Yek ji mijara din a tê mereqkirin jî pêşketina entegrasyona li Sûriyeyê û encama Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Di heman demê de entegrasyona HSD û YPJ’ê, vekirina deriyê sînor ê Mêrdîn-Nisêbînê, hewldanên yekitiyê yên di navbera partiyên Kurd de, vegera Efrîniyan a li warê xwe û gelek mijarên din di rojevê de ne.    Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî geşedanên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Demekî nêz berê di navbera Trump û Şara de hevdîtineke girîng hate kirin. Gelek derdor mereq dikin ka dê ev hevdîtin bandoreke çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em dixwazin bersiva vê pirsê ji we hîn bibin, gelo dê bandoreke çawa lê bike?    Piştî demekî dirêj Sûriyeyê li Washingtonê serdaneke wiha kir. Têkiliyên di navbera Sûriye û Washingtonê de derbasî qonaxeke nû dibin. Di demên berê de Sûriye her tim di eniya li dijî DYA’yê de cih digirt. Têkilî û şêwra wê di asta herî kêm de bû. Heta mirov dikare bibêje tune bûn. Lê piştî hilweşîna rejîma Baasê, derbasî astekî nû bûn. Hebûn û rola DYA’yê ya li ser dosyaya Sûriyeyê pir diyarker e. DYA, hem di mijara çareseriya siyasî de hem jî di şerê li DAIŞ’ê de bi Sûriyeyê re derbasî qonaxeke nû dibe.    Têkiliyên DYA’yê yên bi Sûriyeyê re derbasî qonaxeke nû dibin. Têkiliyeke stratejîk dest pê dike. Têkiliyên me yên bi Sûriyeyê re jî derbasî qonaxeke nû dibin.    Li ser vê esasê têkiliyeke stratejîk dest pê dike. Em jî vê girîng dibînin. Hem di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hem jî di avakirina herêmê de têkiliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi DYA’yê re hebûn. Di navbera HSD û DYA’yê de ji hêla siyasî ve têkiliyek hebû. Ji vir şûnde hevdîtinên me yên bi Sûriyeyê re derbasî qonaxeke nû dibe.    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parçeyeke ji Sûriyeyê ye. Heke koalîsyonek ava bibe (tevlibûna Şamê ya di koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê), Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe ji demên berê ve ye di nava koalîsyonê de cih digire. Di vê mijarê de tiştek naguhere. Berevajî vê, em dikarin ser Sûriyeyê jî vê têkiliyê pêş bixin. Dikare derbasî qonaxekî nû bibe.    Di hevdîtinê de statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate axaftin an na, di vê mijarê de tu agahî li ber destê we hene?    Ne bawerim li ser vê meseleyê axivî bin. Ji ber ku biqasî li ser çapemeniyê jî hate parvekirin, tevlibûna rêveberiya Sûriyeyê ya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê mijara sereke bû. Beşek ji wê ev bû. Û ya din jî, wisa xuya dike ku ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê û li dijî komên derhiqûqî tevdigerin (Hîzbullah) jî biryar hatiye dayin. Tevlibûna Sûriyeyê ya koalîsyona navneteweyî girîng dibînin û biryara esasî jî ev e. Ya din jî rakirina cezayên (Yasayên Sezar) li ser Sûriyeyê bû. Di vê mijarê de biryara sekinandinê hatiye dayin. Ji bo bi temamî were betalkirin jî hewldan didomin.    Daxwaz û îdeolojiya DAIŞ û El Qaîdeyê û ya rêveberiya heyî dişibin hev. Gelo ma biryareke wiha dê rê li ber pevçûnan veneke?    Ev yek, berpirsyartiyekê dixe ser milê Hikûmeta Veguhêz a Şamê. Şerê li dijî van koman an jî ji hêla çareseriya vê rewşê, berpirsyartiyê dixe ser milê Şamê. HSD, li dijî DAIŞ û komên din têkoşiyaye. Û ev dê bidome jî. Lê girîng e ku di vê mijarê de bi Hikûmeta Veguhêz û koalîsyona navneteweyî re li dora mekanîzmayeke hevpar têbikoşin. Tê gotin ku ev kom di nav HTŞ’ê de cih nagirin. Bêguman dê di pêvajoya pêş de diyar bibe ka ev kom di nav HTŞ’ê de cih digirin an na.    Gelo bernameyeke we ya hevdîtina bi Şamê re heye?   DYA, dixwaze di mijara entegrasyonê de rol bilîze, giraniya xwe nîşan dide. Îxtîmal heye ku di pêvajoya pêş de hevdîtin bên kirin.    Diyar e ku di mijara entegrasyonê de li ser HSD’ê disekinin. Tişta ji me re tê gotin jî, girîngiya mijara entegrasyonê ye. Em jî girîng dibînin. DYA, dixwaze di vê mijarê de rola xwe bilîze, giraniya xwe nîşan dide. Di çarçoveya entegrasyonê de, ji bo çareseriyeke siyasî hewcehî bi mutabaqetekê heye. Ev, didome. Lêbelê ji bo civînê hêj dîrokeke zelal tune ye. Îxtîmal heye ku di pêvajoya pêş de çêbibe.    Di hevdîtinan de kîjan mijar derdikevin pêş, di vê mijara raya giştî mereq dike de hûn ê çi bibêjin?    Hevdîtinên tên kirin û pratîkên biryarên di van hevdîtinan de tên dayin giran dimeşin. Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Şamê. Tişta ji me re tê gotin, li Şamê komeke biçûk dixebite. Ev kes hem bi hevdîtinên derve re hem jî yên li hundir re eleqedar dibin. Ê dem têr nake ku pêwendî pêş bikevin... Lêbelê em vê rast nabînin. Pêwendî û mijûlbûna bi pirsgirêkên hundi re, ji bo çareseriyeke giştî hewcehî bi nêzikatiyeke stratejîk heye. Karûbarên derve, bi lihevkirina hundir dikare mayinde bibin. Bila hundir tevlihev be, bi derve re têkiliyên baş hebin, ev bi xwe re çareseriyê nayîne. Heta demekê piştgirî dê were xwestin, lê di dawiya dawî de ev nabe çareserî. Ji ber vê yekê, sedemeke pêşneketina têkiliyên pratîk jî helwesta Şamê ye.    Hewceye di destûra bingehîn a veguhêz de guhertin bên kirin. Mafên neteweyî û mijarên demokratîkbûna Sûriyeyê jiyanî ne. Hewceye em li ser van mijaran lihev bikin.    Em, li ser mijarên girîng dibînin disekinin. Hewceye di destûra bingehîn a demkî de guhertin bên kirin. Mijarek jê mafên neteweyî ye, ya din jî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Ev her du mijar jî ji bo me jiyanî ne. Hewceye em di van mijaran de lihev bikin. Mijara entegrasyonê ji xwe di çapemeniyê de jî gelek hate parvekirin. Em li bendê ne ku di vê mijarê de jî di rojên pêş de mitabeqetek çêbibe.    Di mijara cîbicîkirina Peymana 10’ê Adarê de astengiyên çawa hene?    Mijara ewil, mijara ferasetê ye. Nêzikatiya li dijî entegrasyonê û şêweyê tifaqê ye. Her aliyek li gorî xwe difikire. Ev tiştekî asayî ye. Di mijara Sûriyeyeke çawa de fikrên me, rêgezên me hene. Nêzikatiyeke wan jî ji bo entegrasyonê heye. Ev, di mijara cîbîcikirina hin xalên Peymana 10’ê Adarê de jî yek ji mijara astengiya li pêşiya çareseriyê ne. Lê heke ev her tim weke astengî bimîne jî dê baş nebe. Heke diyalogek hebe, hewceye nêrîn jî nêzî hev bibin. Her alî dikare bi awayekî gavekî ber bi aliyê din ve biavêje. Ev jî dê bi xwe re çareseriyê bîne.    Heke diyalogek hebe, hewceye nêrîn jî nêzî hev bibin. Her alî dikare bi awayekî gavekî ber bi aliyê din ve biavêje. Ev jî dê bi xwe re çareseriyê bîne.     Heke ne wisa be, her kes di eniya xwe de bisekine û bibêje ‘ez gav naavêjim’, wê demê ev dê rê li ber pirsgirêkê veke. Em di vê mijarê de vekirî ne. Ew jî di axaftinên xwe de dibêjin ku di vê mijarê de vekirî ne. Lêbelê mesele dem e, mesele eleqedarbûn e, mesele rêvebirina van meseleyan a di çarçoveya bernameyekê de ye. Ev jî pir girîng e. Em dibînin ku DYA’yê giraniya xwe nîşan daye û zextekî ava dike. Dixwazin vê meseleyê bi awayekî çareser bikin.    Dê entegrasyona HSD’ê çawa bibe, gelo dema entegrasyon çêbû dê bikare avadaniya xwe biparêze? Di vê mijarê de hûn pêvajoya entegrasyonê çawa dibînin?    Pergalekî artêşê ya Sûriyeyê heye. Jê re dibêjin “Tûmen.’ Hêzên din çawa bin dê HSD jî wisa be. HSD jî dê xwe weke tûmenan birêxistin bike û tev li artêşê bibe. Di wezaret û artêşê de HSD dê çawa cih bigire, ev jî girêdayî peymanên tên kirin e.    Hêj zelal nîne?    Erê, hêj nediyar e.    Statuya YPJ’ê jî di rojevê de ye, gelo di hevdîtinan de qet behs hate kirin?    Na, nehat rojevê. Hûrgiliyên têkildarî van mijaran hêj nehatine rojevê. YPJ hêzeke jina ye û li herêmê heye. Mijarên weke cihgirtina wê ya di tumenan de, dê çawa cih bigire hêj nehatine nîqaşkirin.    Li Sûriyeyê pir gel hene. Rêveberiya Xweser, der heqê van gel û baweriyan de çi difikire? Gelo ev qet tên rojevê yan na? Tenê entegrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re dê xetereyên çawa bîne?    Sûriye, li ser civakeke pir rengîn hatiye avakirin. Gelek gel û netew li Sûriyeyê hene. Di serdema rejîma Baasê de mafên van neteweyan tune hatin hesibandin. Bi temamî di bin sîwana gelê Ereb de, bi ziman û çanda Ereb hatibûn eciqandin. Di astekî biçûk de be jî hinek neteweyan karîbûn çanda xwe biparêzin. Bi temamî nehatibûn qedexekirin. Lêbelê Kurdî bi temamî qedexe bû. Heta ne tenê ziman û çanda Kurdan, ji bo Kurdan bi temamî ji koka wan qut bikin jî siyasetek dimeşandin. Gund û axa wan ji destê wan hatibû derxistin. Nasnameya wan jê hatibû standin. Bi taybet jî li dijî Kurdan polîtîkayeke pir taybet dihat meşandin.    Ji hêla siyasî ve jî li tevahiya Sûriyeyê qedexeyek hebû. Rejîma Baasê partî ava kiribû û ev partî jî ji bo piştgiriyê bidin rejîmê hatibûn avakirin. Elewî hene; Esad bi xwe Elewî bû. Lêbelê herî zêde ji hêla vê malbatê ve zext li Elewiyan hatin kirin. Rejîmê destûr neda ku xwe bi awayekî rehet birêxistin bikin, li perestgehên xwe bi serbestî baweriya xwe bijîn.    Li sre mafên neteweyan, demokratîkbûn, Sûriyeyeke nenavendî nîqaş tên kirin. Divê ev di destûra bingehîn de cih bigirin.    Her çend Durzî wekî xwe mabin jî, li dijî wan jî astengî hebûn. Êzidî bi tu awayî nedihatin qebûlkirin. Piştî Îxwani Muslimîn derketî, ev ji bo Suniyan jî bû derbekî mezin. Em dikarin bibêjin li Sûriyeyê di jiyana siyasî de maf nehatin dayin. Komên di nava hikûmeta demkî de cih digirin jî li dijî van neteweyan polîtîkayên taybet hatin meşandin. Heta, kîna xwe ya ji berê ve dan der. Vê jî bi xwe re xetereyên cidî anî. Elewî, Durzî, Kurd... Zimanê nefretê yê li dijî Kurdan hêj jî berdewam e. Sunî, bi sala ye rastî zexta rejîmê hatin lêbelê bi firsenda niha destketî ye hewl didin ‘tolê’ hilînin. Xeletiyeke pir mezin tê kirin. Ji ber vê jî xetereyên cidî hene.    Heke destûreke bingehîn a nû neyê çêkirin, heke mafên hemû gelan neyên parastin, wê demê xetereyên meizn hene. Ji ber vê jî li ser mafên neteweyan, demokratîkbûn û Sûriyeyeke nenavndî nîqaş tên kilrin. Divê ev di destûra bingehîn de cih bigirin. Lêbelê hêj jî di vê meseleyê de em negihiştine encamekî cidî. Di mijara rêgezên giştî yên di destûra bingehîn a nû de dê çi bin, divê li ser vê nîqaş bên kirin.    Gelo ji bo vê dem heye?   Dem, teng dibe. Lêbelê pêwîstî pê heye. Li gorî min dê di pêvajoya pêş de bibe.    We ragihandibû ku pêwendiyên we bi Tirkiyeyê re hene. Ev pêwendî hêj berdewam in, di kîjan astê de didomin?    Hewceye Tirkiye helwesta xwe ya li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguherîne. Inyeta me nîne ku dijminatiyê li Tirkiyeyê bikin. Berevajî vê, berjewendiyên me yên hevpar hene.    Tirkiye bi sala ye Kurdên li vir weke xetere dibîne. Ev jî girêdayî siyaseta navxweyî ya li dijî Kurdan dihat meşandin bû. Êdî dema wê hat; bi taybet jî di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, divê Tirkiye helwesta xwe ya li dijî Kurdên vê derê jî biguherîne. Em jî ji bo Tirkiye vê helwesta xwe biguherîne hewl didin. Ne duh ne jî îro me li dijî Tirkiyeyê tu dijminatî nekiriye. Ne jî inyeta me heye ku sibê li dijî Tirkiyeyê dijminatiyê bikin, inyeteke me ya şerê li dijî wan nîne. Berevajî vê, em dibêjin ku berjewendiyên me yên hevpar hene. Di mijara îstîqrara Sûriyeyê de; bivê nevê jî bandorê li îstîqrara Tirkiyeyê jî dike. Pêwendî di vê çarçoveyê de ne. Hêvî dikin ku di rojên pêş de bi pêşketina pêvajoyê re li vir jî gavên erênî bên avêtin.    Her çend di astekî biçûk de jî bin gelo mirov dikare bibêje ev pêwendî didomin?    Rast e.    Wekî we jî anî ziman, li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyek tê meşandin. Dê ev pêvajo bandoreke çawa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê bike?    Bandoreke erênî ya vê pêvajoyê heye. Heke li Tirkiyeyê gav bên avêtin, ev dê bandoreke erênî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike. Beriya niha şer hebû, Tirkiyeyê jî digot; “Dê ji milê Sûriyeyê jî li dijî me şer bê destpêkirin.” Lê niha şer tune ye, vê jî zemîna guftûgoyê ava kir. Ji bo hin pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin zemînek ava kir. Di pêşerojê de dikare li ser berjewendiyên hevpar nîqaş bên kirin. Li Tirkiyeyê nêrînek heye ku naxwazin Kurd li Sûriyeyê xwedî statu bin, xwedî maf bin. Ev rewş, bandoreke neyînî li ser diyalogên bi Şamê re jî dike. Vê nêrîna xwe di têkiliyên xwe yên bi Şamê re de jî nîşan dide. Gavên li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê tên avêtin, bi temamî bandoreke erênî li Sûriyeyê dikin.    Nîqaşeke ku dê deriyê sînor ê li Nisêbînê were vekirin heye. Gelo dê deriyê sînor vebe?    Di mijara vekirina deriyê sînor de em bi Şamê re hevdîtinan dikin. Di mijara şêwazê vekirinê de em hevdîtinan dikin.    Em vê yekê ji hêla xw ve erênî dibînin. Di dema rejîma Baasê de jî deriyên din vekirî bûn. Tirkiyeyê tu caran deriyên xwe negirtibû. Vekirina deriyan girîng e. Di vê mijarê de hevdîtinên me yên bi Şamê re didomin. Di mijara şêwazê vekirinê de em hevdîtinan dikin. Em dixwazin vê mijarê bi Tirkiyeyê re pêş bixin.    Vegera Efrînê hêj jî di rojevê de ye. Di Peymana 10’ê Adarê de îşaret bi vê tê kirin. Gelo veger heye yan na, rewş çawa ye?    Kesên ji Dêrazor û Reqayê koç kirin dixwazin vegerin. Em vê mafdar dibînin. Bi taybet jî em armanc dikin ku Efrînî vegerin.    Ev mijar hinek vema. Ne tenê Efrînî, li herêma Şehbayê jî nêzî 200-250 gundên Kurdan hatin valakirin. Ev jî hatin koçberkirin. Di serdema dawî piştî guherîna rejîmê, zextên li ser Kurdan dîsa destpêkirin. Xelkê Serêkaniyê û Girê Spî hêj di konan û kampan de dimînin. Li herêmên weke Dêrazor û REqayê hêj jî kesên venegeriyane hene. Kesên ne vegeriyayîn Reqa û Dêrazorê kî ne? Bi taybet jî malbatên kesên çek bi kar anîne. Ev jî dixwazin vegerin. Em vê jî mafdar dibînin. Dikarin vegerin jî. Xelkê Efrîn, Şehba, Girê Spî jî divê bikarin vegerin. Em di vê mijarê de bi Şamê re diaxivin. Bi taybet jî rewşa Efrîniyan gelek xerab e. Di demsala zivistanê de rewşa wan dê hêj xerabtir bibe. Divê hin komên li Efrînê ji wir derkevin. Em niha ji bo vegerê amadekariyan dikin. Piştî encamên mitabeqet û îstîşareyan jî em armanc dikin ku di demekê kin de Efrînî vegerin warên xwe.    Di meha Nîsanê de Konferansa Yekitî û Yekhelwestiya Kurd a Rojava hate lidarxistin. Hat ragihandin ku dê şandeyek were avakirin û ev şande dê biçe Şamê. Lêbelê piştre tu geşedanek li ser medyayê nehat parvekirin. Gelo xebatên yekitiyê di çi astê de ne?    Şandeyek hate avakirin. Me gelek caran ji Şamê daxwaza hevdîtinê kir. Ev şande dê li Şamê li ser cihê Kurdan ê di destûra bingehîn de nîqaş bikira. Ji bo vê jî em civînekê pêwîst dibînin. Pêwendiyên me henen. Dijberiyên cidî tune ne. Heke hebin jî diyalog dibome û qenalên wê vekirî ne. Heke xeletfêmkirina hev hebin jî ji hev re dibêjin. Em dikarin ev tifaq di astekî baş de didome.    Li erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn bi taybet jî hejmara jinên dîplomat pir kêm e. Di demeke ewqas krîz tên jiyîn û li erdnîgariyeke fikra baviksalar lê serdest de hûn xebatên dîplomasiyê dimeşînin. Ev hestekî çawa ye?    Karekî zehmet e. Di krîzeke ewqas giran de siyaset ne karekî hêsan e. Ne tiştekî hêsan e mirov bibe bersiva her pirsê, mafên gelê xwe û jinan biparêze. Li vê erdnîgariyê rol nedane jinê, her tim hatine paşguhkirin û hêza jinê hatiye bikaranîn.    Astengiya sereke, zîhniyet e. Tu heta cihekî dimeşî û piştre astengiyê derdixînin Ji bo derbaskirina van astengiyan jî pêwîstî bi hêzê heye. Ji ber vê jî ne karekî hêsan e.    Ji bo jin di mekanîzmayên biryardayînê de bi aşkerayî cih bigirin, têkoşîneke domdirêj hate dayin. Ya me jî wisa bû. Astengiya sereke jî zîhniyet e. Siyaseta tê meşandin, bi awayekî ku xizmetê ji pergala baviksalar re bike tê meşandin. Yekalî tê meşandin. Hûn heta cihekî dimeşin û piştre astengiyek derdikeve. Ji bo derbaskirina van astengiyan jî her tim pêwîstî bi hêzê dibe. Ji ber vê jî ne karekî hêsan e. Ji bo jin bikarin vî karî bimeşînin, hewcehî bi têgehiştin û îradeyê heye.    Di pêvajoa Şoreşa Rojava de herî zêde çi bandor li we kir?    Tişa herî zêde bandorê li te dike, ya herî zêde moralê dide te, kêliyên herî zêde te diêşînin... me tevek jî jiyan. Pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me ava kir. Me çi zanîbe, em çawa bifkirin û çi ji bo gelê me baş be, me ew kir. Li dijî rejîma Baasê me civaka xwe gav bi gav birêxistin kir û wisa ava kir. Ji ber vê jî gava me ya nû hem bandor li derûniya me hem jî li moralê me kir. Em hêj jî ji vê bibandor dibin û jê moral digirin.    Dema asta jin gihiştinê dibînim, jê moral digirim. Ji ber ku li vir gavek hatiye avêtin. Her wiha serdemên em pir êşandin çêbûn û bandora wan hêj didomin. Êrişên hatin kirin, şehadetên giran, herêmên me winda kirin, cihên gelê me jê koç kiriye... Ev ji bo me kêliyên dîrokî ne û di bîra me de cih girtine. Lewma jî êş û xweşî bi hev re meşiyan.    Ji ber vê sedemê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê pir balkêş bû û nedihat texmînkirin. Em rojekê rabûn û me li Kobanê şoreş kir. Me rejîm ji holê rakir û li şûna wê jiyaneke nû ava dikir. Ev, gavekî pir girîng bû. Ya din jî birêxistinkirina civakê bû. Bi gavên biçûk biçûk, mîna kevirên ji bo avakirina avahiyekî didanin ser hev, van jî bandor li me kirin.    Tirkiye, rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke gef dibîne. Têkildarî vê mijarê hûn dikarin çi bibêjin?    Tirkiye ne tenê rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke gef dibîne. Tevahiya Kurdan weke gef dibîne. Kurdên Tirkiye dixwaze Kurdên mirî ne. Anku dema jê re dibêje rûnê rûdine û dema jê re dibêje rabe radibe ser pêyan û dema jê re dibêje bi Tirkî biaxive jî bi Tirkî diaxive... Tirkiye, Kurdên wiha ji xwe re weke gef nabîne. Lêbelê Kurdên dibêjin “çanda min, zimanê min, mafên min hene” weke gef dibîne.    Tirkiye divê xwe ji pozîsyona xwe ya beriya pêvajoya aştiyê rizgar bike. Dem guherî, pêvajo guherî û pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene.    Rabûrdiyeke rêveberên Rojava heye. Dîrokeke wan a berxwedanê, dîrokeke wan a siyasî heye. Li gorî min Tirkiye van nas dike. Hewceye pêwendiyên bi van re maqûl be. Li gorî min divê wisa lê binêrin. Dikare bixwaze wan fêm bike. Dikare bi wan re lihev bike. Ji ber ku dîrokeke dirêj heye.    Tirkiye divê xwe ji pozîsyona xwe ya beriya pêvajoya aştiyê rizgar bike. Dem guherî, pêvajo guherî û pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene. Hewceye Tirkiye li ser van esasan bifikire. Em ji bo çareseriyeke giştî vekirî ne. Em parçeyeke Sûriyeyê ne, dikarin weke parçeyeke Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re îstîşareyan bikin.    Heke pêvajo û entegrasyon temam bibe, gelo em ê bikarin we û rêveberên din li bajarekî Tirkiyeyê yan jî bakurê Kurdistanê bibînin?    Hêviya me ev e. Em dixwazin bên hevdîtinan bikin, gel bibînin û li wir hevdîtinan bikin... Em ji bo vê amade ne... Baweriya min heye ku dê ev jî bibin.    MA / Azad Altay