Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-11-20 14:21:22 AMED - Nûnerê Amedê yê Kovara Gerçekê Namik Taranci di sala 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci ku di 20’ê Mijdara sala 1992’yan de li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê ya Amedê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengiya Rojnameya Evrenselê li ser gora Taranci ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Têkoşîna Namik Taranci di şoreş û sosyalîzmê de dijî” hate hilgirtin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, rêveberên EMEP’ê, nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan, Hevserokê Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek jî tev li bîranînê bûn.   Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî nûçegihana rojnameya Evrenselê Elîf Ekîn Saltuk axivî û got ku Taranci di Kovara Gerçekê de dixebitî û ji bo têkoşîna wekhevî, demokrasî û aştiyê ya gelê Kurd dinivîsand.    Hevjîna Taranci, Derman Taranci jî anî ziman ku li bajarekî behra wê tune ye hevalên wî jê re digotin kaptan û got: “Namik, ji bo vegotina rastî û êşên li vî welatî têdikoşiya. Weke malbat û hevrêyên Namik em soz didin; em ê te ji bîr nekin.”    Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî got ku kevneşopiya çapemeniya azad bi keda rojnamegerên weke Namik Taranci, Mûsa Anter, Huseyîn Denîz û hwd. xwe gihandiye roja me û wiha dom kir: “Wan ji me re mîrateyeke xurt hiştin. Em jî di ferqa vê mîrateya giran de ne. Em ê bi hêza em ji wan digirin nivîsandina heqîqetan bidomînin.”    'NAMIK LI PEY AŞTIYÊ BÛ’   Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî ev tişt anî ziman: “Yên dixwestin Namik Taranci bêdeng bikin, yên ew qetil kirin digotin qey dê têkoşîna wî bi dawî bibe. Lê têkoşîna me tu caran bi qetilkirinan nayê astengkirin. Rojnamegerên aştîxwaz, pêkvejiyan diparastin û li dijî kedxwariya li dijî çîna karker hatin qetilkirin. Taranci jî yek ji van bû. Li pey cînayetên kiryarnediyar ên li herêmê bû. Li pey hesreta gelê Kurd anku aştiyê bû. Divê ji vî gelî lêborînê bixwazin. Divê kiriyarên bi hezaran cînayetên kiryarnediyar bên darizandin. Zîhniyeta ku ji hefte salî heta heftê salî ev gel qetilkirî divê ne tenê lêborînê bixwaze, divê hesabê jî bide. Em gavên tevgera Kurd diavêje dibînin. Lêbelê AKP’ê hêj jî gavekî şênber neavêtiye. Nehiştin Dayikên Aştiyê li Meclisê bi Kurdî biaxivin. Muxatabê vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan e û nahêlin komîsyon pê re hevdîtinê bike. Belê em dibêjin aştî lê ji bo vê divê dewleta gavan biavêje.”    Nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan jî behsa keda rojnameger Namik Taranci kir û got: “Salên 90’î salên mîladî bûn. Di wan salan da Namik pêşengiya Çapemeniya Azad kir. Di wî serdemê de ew û hevalê wî hatin qetilkirin, em li ber şehadet û têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. Em ê tu caran keda wan ji bîr nekin. Em ê xewn û xeyalên wan bi xebatê xwe pêk bînin.”   Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Taranci.