Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin 2025-11-20 13:30:29 ŞIRNEX - Di danişîna doza Burak Ercan ê li Cizîrê bi dehan xwendekar tacîz kiribû de biryara beraetê hat dayin.    Cîgirê Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Anadoluyê ya Cizîr a Şirnexê Burak Ercan, ji ber tacîza zayendî ya li dijî gelek zarokan dihat darizandin. Cezayê hefsê yê Burak Ercan hatibû betalkirin û biryara jinûvedarizandinê hatibû dayin. Danişîna duyemîn a jinûvedarizandinê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin.    Beriya danişînê, bi sedan polîs li pêşiya avahiya edliyeyê hatin bicihkirin, edliye bi bariyeran hate girtin û tevdîrên zêde yên ewlehiyê hatin girtin. Her kesên ji kolanê re derbas dibûn li ser wan lêgerîn hate kirin û piştre girtin kolana edliyeyê. Pankarta ji bo daxuyaniya piştî danişînê jî hate desteserkirin, pergala deng jî bi îdiaya “xetere ye” ji avahiya edliyeyê hate dûrxistin. Piştî berteka girseyê, pankart dîsa dan girseyê.    Parêzer, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesan danişîn şopandin. Ji ber ku eywana danişînê biçûk bû, gelek kes li korîdorê man.    Faîl Burak Ercan, ji bajarê lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dozgeriyê, mutalaaya xwe pêşkeş kir û bi îdiaya “delîl kêm in” xwest biryara beraetê ji bo Burak Ercan were dayin. Faîl Burak Ercan jî got ku tev li mutalaayê dibe û daxwaza beraeta xwe kir.    Ji parêzerên mexdûran Rojhat Dîlsîz ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest û got: “Jixwe piştî îstînafê me dizanî dê mutalaayeke çawa derkeve. Dema em hatin eywanê, me dît ka li pêşiya edliyeyê tevdîrên çawa hatine girtin. Ji sala 2019'an ve ye vê dosyayê dişopînim. Ev dosya piştî giliyekê hate vekirin. Di pêvajoya lêpirsînê de tevî îdiayên giran jî bersûc yek rojê jî nehate binçavkirin. Bersûcî, li dijî îdiayên giran îdia kir ku ji hêla siyasî ve hedef hatiye girtin û em dibînin ku ev parastina wî îro gihiştiye armanca xwe."    Dîlsîz, geşedanên di pêvajoya dozê de bi bîr xist û got: “Zarokên mexdûr, di pêvajoya darazê de ku demek zêde ser re derbas bû û pir hêdî dimeşe de ji xwe re jiyanek ava kirin. Têkoşîna hiqûqî travmayên wan mezin kir. Dozgerê ku îdianame amade kirî, îdianameyeke sosret amade kir. Dema faîl ji hêzên ewlekariyê be yan jî memûr be, em rastî polîtîkaya necezakirinê tên. Kesê 38 kes tacîz kirî û delîlên wê hene, hêj di nav me de ye. Ev bersûc hêj niha jî li Stenbolê dikare xwe bigihîne zarokan. Ev tiştekî tirsnak e. Em ê vê dozê bişopînin. Biryar çi dibe bila bibe em ê heta dawî bişopînin. Em dixwazin bersûc Burak Ercan were cezakirin.”    URAK ERCAN HEQARET LI PARÊZERAN KIR    Piştre jî parêzerên din mafê axaftinê girtin, geşedanên di dosyayê de bi bîr xist û bal kişandin ser polîtîkayên necezakirinê. Parêzeran xwestin ku faîl Burak Ercan were cezakirin û girtin. Faîl Burak Ercan jî heqaret li parêzerên dijî mutalaayê derketin kir. Parêzeran bertek nîşanî faîl Burak Ercan dan. Serokê dadgehê jî faîl Burak Ercan parast.    Şandeya dadgehê, piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê, ji bo hemû sûcên Burak Ercan biryara beraetê da. Kesên li eywana dadgehê bertek nîşan dan û gotin “Mirovahî hate qetilkirin.”