Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide 2025-11-20 09:14:59 AMED - Sabahat Tuncelê diyar kir ku tişta Tevgera Jinên Kurd ji yên din cuda dike, îdîaya jiyaneke nû ye ku li ser xeta azadiya jinê pêş dikeve û got: "Li vir hêviya azadiyê û vexwendineke azadiyê ya cuda ji bo jinan heye. Tişta mirov kelecanî dike jî ev e." Jinên Kurd ên yek ji beşên herî dînamîk ên têkoşîna jinan in, têkoşîna xwe ya nasname û wekheviyê ji sala 1919'an heta îro anîne. Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" pêşengiya berxwedanê kir. Têkoşîna ku di sala 1919’an de bi Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd dest pê kir, di salên 1970'ê de bi Komeleya Jinên Demokrat ên Şoreşger (DDKAD) û di 1987’an de bi Yekîtîya Jinen Welatparêzên Kurdistan (YJWK), di 1991’an de bi Komeleya Jinên Welatparêz dewam kir, tevî zext û qedexeyên salên 90’î, di salên 2000’î de bi rêxistinbûneke xweser mohra xwe li sedsala 21’an xist.   Jinên Kurd ên yekem car di bin sîwana Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) de xwe rêxistin kirin, di sala 2015’an de damezrandina Kongreya Jinên Azad (KJA) ragihandin. Piştî ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de KJA bi KHK'ê ve hat girtin, di 20'ê Mijdara 2016'an de bi Tevgera Jinên Azad (TJA) rêya xwe domandin. Îsal, TJA 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" pêşwazî dike û dikeve sala 9'an a têkoşîna xwe.   Sabahat Tuncel, yek ji endamên TJA'yê, hem ji ber salvegera damezrandina TJA'yê hem jî ji ber 25'ê Mijdarê bersiva pirsên me yên der barê guhertin û veguherîna ku têkoşînê afirandiye, da.       Tu dikarî qala kevneşopiya têkoşînê ya ku TJA'yê wekî rêxistina sîwanî ya jinên Kurd li Tirkiye û Kurdistanê, dewr girtiye, bikî?    Tevgera jinên Kurd ji salên 90’î ve di qada demokratîk a qanûnî de xwedî tecrubeya rêxistinbûnê ye. Dibe ku ne wekî rêxistinbûneke jinan a serbixwe be, lê di partiya siyasî de, heta ku gihîşt DOKH’ê, gelek tecrubeyên têkoşînê hene. Yekem rêxistina me ya sîwanî DOKH e. Berê rêxistina jinan wekî platform an koordînasyonê hebûn. Komeleya Jinên Welatparêz, ku em dikarin bibêjin yekem rêxistina jinan a serbixwe ye, di sala 91’an de li Stenbolê vebû, lê pir dirêj nedomand. Piştre di partiya siyasî de komîsyona jinan, xebatên jinan, meclisên jinan hene. Herwiha Navenda Çanda Jinê ya Dîcle, xebatên jinên hunermend ên di MKM’ê de, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi di partiya siyasî de, Komeleya Jinê ya Selîs, navendên jinan ên girêdayî şaredariyan wekî gelek tecrubeyên din di Tevgera Jinên Kurd de hene. Lê di sala 2003'yan de ji aliyê hemû jinên ku di sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên serbixwe de cih digirtin, rêxistinbûnek di bin sîwana DOKH’ê de hate avakirin ji bo ku xeta azadiya jinê bikin yek û li her qadê wê pêş bixin. DOKH di sala 2013’yan de xwe fesih kir. Bi damezrandina KJA’yê re xwe veguherand formatek nû. Di sala 2016’an de êrişeke mezin li ser hemû saziyên me pêk hat. Hem rejîma qeyûman hate destpêkirin hem jî saziyên me hatin girtin. Ji wê rojê ve di sala 2016'an de kevneşopiya KJA'yê bi TJA’yê dewam kir.   Jinên Kurd di heman demê de li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê têkoşiyan û li dijî serdestiya mêr, pirsgirêkên ji ber mêrzayî çareserî û polîtîka afirandin. Xeta azadiya jinê ne tenê di rêxistinên jinan ên serbixwe de, di hemû rêxistinên din de jî veguherî polîtîkayek.     TJA di 20’ê Mijdara 2016’an de hat damezrandin. Tevkarîyên TJA’yê yên ji têkoşîna heyî re çi bûn?    Jinên Kurd, di heman demê de li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê yên li ser gelê Kurd têkoşiyan û di nava têkoşîna hebûna Kurdan de cih girtin. Herwiha li dijî serdestiya mêr, pirsgirêkên ji ber zextên mêrzayî, çareserî û polîtîka afirandin. Ev xeta ku em jê re dibêjin 'xeta azadiya jinê', ne tenê di rêxistinên jinan ên serbixwe de, di hemû rêxistinên din de jî veguherî polîtîkayek. Ji ber vê yekê, mînak di rêveberiyên herêmî de, ne tenê qada xizmetê, di heman demê de ji bo pêşxistina xeta 'azadiya jinê' jî polîtîka hatin pêşxistin. Ji budçeyên li gorî zayenda civakî heya girtina hin tedbîran ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, pêşîgirtina li tundiya li ser jinê û cezakirina berpirsan. Navendên stargehên jinan, cihên ku jin dikarin serlêdan bikin hatin avakirin. Pergala kotayê ya ji sedî 25 ku di HADEP'ê de dest pê kir, heta ku gihîşt DEM Parti’yê, bi pergala temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê bû sedema gelek destkeftiyan.   TJA'yê, ji bo vê tecrubeyê hîn bêtir pêş bixe têkoşînek pêş xist . Helbet pêşketina pêvajoyê, asta pirsgirêka Kurd, geşedanên li Rojhilata Navîn, Şoreşa Rojava, serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li Îranê, hemû di cewhera xwe de ji bo civakîbûna paradîgmaya ku em jê re dibêjin paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û ji bo ku xeta azadiya jinê bibe sîstem, têkoşîn hate kirin. Di vî warî de, xeta têkoşînê hate dewrgirtin ji bo ku jin di warên siyasî, civakî, çandî û werzîşî de xwe rêxistin bikin û pirsgirêka azadiya xwe û daxwaza wekheviyê çareser bikin.   Bi bidawîkirina pêvajoya diyalog û muzakereyan a salên 2013-2015’an re, di şert û mercên faşîzmeke dijwar de gelek biryarên ku jin bêparastin hiştin, derketin holê. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Jin hîn bêtir li malê hatin ragirtin. Polîtîkayên dijberiya Kurdî kûrtir bûn. Piştgiriya ji komên cîhadî yên wekî El-Qaîde û DAIŞ’ê re; di heman demê de wekî polîtîkaya îdeolojîk veguherî êrişek li ser azadiya jinê. Îro, hebûna TJA'yê ya ku xeta azadiya jinê temsîl dike, hem ji civakê re hem jî ji jinan re dibe nefes.   Herwiha ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê di nav sînorên çar netewe dewletan de hatiye parçekirin, yekitiya di navbera Kurdan de mijareke girîng e. TJA di heman demê de ji bo yekitiya neteweyî ya demokratîk a jinên Kurd ên li van çar parçeyên Kurdistanê, li diyasporayê û li cîhanê pêk bîne û bi pêşengiya jinê wê pêş bixe, çalakî, civîn û xebatên piştevaniyê dike. Bernameyeke wê ya piralî heye. Ji aliyekî ve pêşxistina xeta azadiya jinê, ji aliyê din ve çareserkirina pirsgirêka azadiya gelê Kurd, ji aliyê din ve têkoşîna aştiyê û têkoşîna azadiyê ji bo ku jiyaneke ku tê de gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad bi hev re bijîn, mimkun bike, mîsyonek wê heye.     Çima tê xwestin ku ev têkoşîn bê krîmînalîzekirin, tişta dewletê aciz dike çi ye?   Lewra niha di navbera nûnerên pergala kapîtalîst a serdestiya mêr de û kesên ku xeta azadiya jinê diparêzin û têkoşîna wê dikin de, pevçûn û nakokî heye. Kesên di desthilatê de xeta azadiya jinê ji xwe re wekî gef û xeterek dibînin. Ji ber vê jî êrişî wê dikin û zextê lê dikin. Jixwe meseleya azadiya jinê di heman demê de meseleyeke îdeolojîk e. Serdestiya mêr di hemû saziyên dewletê de xwe rêxistin kiriye. Tişta ku îro jin wekî 'tundiya mêr-dewletê' pênase dikin, bi rastî ne tiştekî wisa razber e, li ser civakê veguheriye amûrek zextê.   Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên girîng têkoşînek tê dayîn. Hûn têkoşîna tê dayîn têr dibînin?   Polîtîkaya şerê taybet bi eslê xwe li Kurdistanê wekî polîtîkayeke dewletê hatiye destpêkirin. Lê bi salan e li ser jinan tê pêkanîn. Polîtîkayeke zextê heye ku li ser bingeha tepeserkirina azadiya jinê, ragirtina jinan li malê, daxwazên jinan ên azad pêş dikeve. Êrişên li ser nasnameya zayendî ya jinan, bikaranîna nasnameya zayendî ji bo dûrxistina wan ji civakê an jî tacîz, destdirêjî, tundî, her cure cudakarî li ser wê pêk tîne, jinan ji jiyanê û qadên aboriyê dûr dixe. Ev yek jî pirsgirêkek clivakî ye ku divê bê çareserkirin.     Pirsgirêka sereke, ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka mêranîyê ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku pirsgirêka mêranîyê ji holê rabe, ji bo ku ew hişmedniya serdestiya mêr biguhere, pêwîst e mêr jî li dijî wê hişmediyê têbikoşin.   Tevgera jinên Kurd li dijî hişmendiya serdestiya mêr çawa têdikoşe û di pêvajoya avakirina nû de pozisyona wê çi ye?   Xeta azadiya jinê di esasê xwe de ji bo derbaskirina serdestiya mêr e. Ji ber vê yekê, em wekî Tevgera Jinên Kurd, vê yekê wekî pirsgirêkek hişmendiyê dibînin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka jinan e; pirsgirêka mêran e. Jixwe, pirsgirêka sereke ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka mêranîyê ye. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku pirsgirêka mêranîyê ji holê rabe, ji bo ku ew hişmendiya serdestiya mêr biguhere, pêwîst e mêr jî li dijî wê hişmendiyê têbikoşin. Em têkoşîna hişmediyê jî dikin ji bo ku mêr û jin ji mêranîya klasîk û jinîtiya heyî veqetin.     Bandora têkoşîna jinên Kurd li qada navneteweyî çawa ye? Vê hevkariyê çi derxist holê?   Êdî jin ne mexdûr in. Bûne kirdeyên şoreşê, ev yek girîng e. Nexasim Şoreşa Rojava bandoreke mezin li ser vê yekê kir. Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ên di Şoreşa Rojava de li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, nîşan da ku xeteke din a azadiyê ji bo hemû gel û jinên cîhanê mimkun e û bû zemîna têkoşîna enternasyonalîst.   Herwiha serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li Îranê, ku wekî serhildana Jîna Emînî tê binavkirin, li dijî rejîma mela ya Îranê û serdestiya mêr e. Ev jî li seranserê cîhanê bû sembola berxwedana jinên Kurd. Ango, berê dirûşma 'karkerên cîhanê yek bibin' hebû. Niha felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hemû jinên cîhanê dike yek; li dijî şer, mêtingerî, rejimên olperest, neteweperest û zayendperest, têkoşîn û berxwedanê didomîne. Ev gelek girîng e. Van her du pêşketinan jinên Kurd bi hemû jinên cîhanê dan nasandin.   Di sedsala 21’an de ji bo jinên Kurd dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya ku bûye dirûşma îdeolojiya rizgariya jinê, girîngiya wê çi ye? Çi wate li van 3 peyvan tê barkirin?   Tê gotin ku têkiliya van peyvan 'Jin, jiyan, azadî' hi hev re nîne lêbelê bi hev ve têkildar e, bêyî jinê jiyan, bêyî jiyanê jî azadî nabe. Di asasê xwe felsefeya wê ev e. Bêyî azadî jiyan nîne. Di hember her cûre êrişên li ser hebûn, nasname û nasnameya zayendî ya jinan de, hebûna jinan, cihgirtina wan di navenda jiyanê de û avakirina azadiya civakî bi azadiya xwe re gelek girîng e. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin felsefe.     Têkilîya hevrêtiya ya Abdullah Ocalan bi jinan re ava kiriye, rêbaza wî ji bo jinên Kurd xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê jin azadiya xwe di azadiya rêzdar Ocalan de dibînin.   Jinên Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekî azadiya xwe dibînin. Çima azadiya Abdullah Ocalan ji bo jinên Kurd ew qas girîng e?   Rêzdar Ocalan bi xwe jî dibêje; 'Azadiya min ne ferdî ye, civakî ye.' Em wekî Tevgera Jinên Kurd jî difikirin ku ev civakîbûn girîng e. Rêzdar Ocalan yek ji aktorên sereke ye di çareserkirina têkoşîna azadiya Kurd de. Lê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ku heya niha derxistiye holê, ew qas berfireh li ser pergala serdestiya mêr, li ser mêrzatiyê lêkolîn dike û têkiliya hevrêtiyê ya ku bi jinan re ava kiriye, ji bo jinên Kurd xwedî cihêki girîng e.     25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nêzîk dibe. Li dijî zext, tundî û qetlîama li ser jinan çawa divê têkoşîn bê meşandin? Di vî warî de hûn dikarin çawa bang li jinan bikin ku dengê xwe li qadan bilind bikin?    Wekî TJA, me nirxandineke berfireh kir. Ji bo guhertina zîhniyeta serdestiya mêr û pêşîgirtina li tundiya li ser jinan pêwîstî bi nîqaşeke siyasî ya pir xurt heye. Ne tenê piştî ku jin rastî tundiyê tên û tên qetilkirin protesto bikin. Em naxwazin tabûtên jinan hilgirin. Em naxwazin behsa tundî, tacîz û destdirêjiya li ser jinan bê kirin. Ji ber vê yekê jî divê tevdîrên pêşîlêgirtinê werin girtin. Em dizanin ku ev yek bi rakirina serdestiya mêr û avakirina jiyaneke azadîxwaz a jinê pêkan e.   Ji ber vê yekê, di vê 25'ê Mijdarê de, divê em ji aliyekî ve xeta azadiya jinê ji civaka xwe re vebêjin, ji aliyê din ve jî bi platforman li her derê li dijî tundiya li ser jinan çalakî û meş bên lidarxistin. Bi vê munasebetê, ez hemû jinan vedixwînim ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û li dijî tundiyê têbikoşin. Divê xeta azadiya jinê hem di jiyana me ya şexsî de hem di jiyana malbatê de hem jî di jiyana civakî de bibe xetek da ku serdestiya mêr qels bike, xeta azadiya jinê xurt bike.     Ji bo gotina dawiyê tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?   Jiyana jinan bi qîmet e. Jin ji bo avakirina jiyaneke xweş têdikoşin. Ji bo vê yekê jî bi rastî jî berdêlên mezin didin. Ne hêsan e ku mirov bigihîje vê nuqteyê. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Belê, tecrubeya me ya berê heye. Berhemên me yên ji tecrubeya berê hene. Em ê pê pêşerojê ava bikin. Lê ji bo ku ev yek pêk were, pêwîst e hîn zêdetir jin bên rêxistinkirin, werin cem hev û piştevanîya jinan were mezin kirin.   Ya duyemîn, li gorî fikra min divê em polîtîkaya aştiyê hîn xurtir bikin û di avakirina Komara Demokratîk de, ku dê bandorê li Rojhilata Navîn bike, bi tevlîbûna jinan a xurtir, ew ê qadê ji pergal, hişmendî û polîtîkayên şer ên serdestiya mêr re teng bike. Ji ber vê yekê divê mijara aştiyê ji bo jinan bibe rojev. Kêmkirina tundiya li ser jinan bi kêmkirina polîtîkayên şer û pevçûnan re têkildar e. Bidawîkirina şer û pevçûnan dê bandoreke kûr li ser jiyana jinan jî bike. Ji ber vê yekê jî ez jinan vedixwînim ku bibin kirdeyên têkoşîna aştiyê.   Sibe: Pêwîstî bi 'Yekitiya Têkoşîna Jinan' li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê heye   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel-Yeşîm Tukel