ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir 2025-11-18 15:45:24   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya endama wan Hatîce Oranê giran dibe û banga tehliyeya wê kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, têkildarî endama xwe Hatîce Oran ku ji ber pereyên ji girtîgehê re şandî bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” hate girtin û ji 10’ê Cotmeha 2024’an ve li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoglûyê hat dayin. Di çalakiyê de pankarta “Zexta darazê ya li ser parastvanên mafan bi dawî bikin, Hatîce Oran ne bi tenê ye” hate hilgirtin.    Ji rêveberên şaxê Mehmet Acettîn da zanîn ku ji ber şertên girtîgehê rewşa tenduristiyê ya Hatîce Oranê giran dibin û got: “Di muayeneya li nexweşxaneyê de hat tespîtkirin ku penceşêra wê pêş dikeve. Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne. Hatîce Oranê demildest berdin.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Hatîce Oran ne bi tenê ye” bi dawî bû.    Beşdaran, piştre li PTT’ê bo Hatîce Oranê pere şandin.