ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-17 09:00:04   * Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan diyar kir ku bi tenê platformekê nikare têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê bê dayîn û got: “Divê hemû dînamîkên bajêr berpirsyar bin. Her kes dikare beşdar bibe. Divê civak bi xwe çareser bike."   * Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsifê diyar kir ku wan li Rojhilata Navîn şoreş di nava şoreşê de pêk anîne û got: “Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre di nava piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin.” DOSYA   * Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku divê komîsyon, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” yê ku mafekî gerdûnî ye, di çarçoveya pêvajoyeke siyasî de neyê nirxandin.   * Parêzer Îrem Îlhanê diyar kir ku sedema zêdebûna tundiya mêr û qetliaman ew e ku mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicihanîn û polîtîkaya bêcezabûnê heye û got: “Ji bo parastina jinan, ne qanûn, divê hişmendî û polîtîka bê guhertin.”   * Li Mersînê welatiyên ku tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bûn, ji bo aştiyê daxwaza gavavêtina komîsyonê kirin û gotin: "Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye."   * Welatiyên tev li mitînga li dijî qirkirina xwezayê hat lidarxistin bûn, diyr kirin ku ew ê destûrê nedin talankirina xwezayê û gotin: "Ava me, kevir û xwezaya me zindî ne. Heke ev can tune bibin dê mirov jî tune bibin."    * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çû ser mejiyê wî û niha tê tedawîkirin dê were şopandin.    * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê li Meclisê daxuyaniyê bide. (11.00)   * MED TUHAD-FED û TUAY-DER dê li Wan, Amed û Êlihê ji bo bibin dengê girtiyên jin dê li pêşiya edliyeyan daxuyaniyê bidin. (12.00-13.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li pêşiya febrîqeya li Dîlovasiyê ku teqîn lê çêbûbû, daxuyaniyê bide. (13.00-18.30)   * Li gelek bajaran dê bi boneya 25'ê Mijdarê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (13.00-17.00)