Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin 2025-11-16 13:53:36 ENQRE - Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Lijneya Giştî ya ÎHD’ê re nameyek şand û got: “Em ê bi hev re pêşerojeke azad, wekhev û adilane ava bikin.”    Duyemîn Lijneya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di roja 2’yan de li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê didome. Lijneya giştî, bi pêşnûmeyên biryaran didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, ji lijneyê re peyam şand.    Demîrtaş, di peyama xwe de diyar kir ku kesên di ÎHD’ê de cih digirin wijdana welat û hêviya bindestan e. Demîrtaş, spasiya hemû kesên di ÎHD’ê de cih girtin kir û got: “Kesên di vê oxirê de canê xwe dane jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Mîrateya têkoşînê ya ÎHD’ê, dê îro bi biryarên nû re bêhtir xurt bibe. Ji rêveberiya nû re serkeftinê dixwazim û kesên tê de cih digirin pîroz dikim. Em ê bi hev re teqez pêşerojeke azad, wekhev û adilane ava bikin. Bi hezkirin û rêzdarî we silav dikim. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev bibînin.”