Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn 2025-11-15 12:55:50   ENQERE - Li Nevşehîrê mînîbusa serwîsê ya karkeran qelibî. Di qezayê de 14 karker birîndar bûn.   Li Nevşehîrê saet li derdora 07.30’an de li ser rêya TOKÎ ya Taxa Raşîtbey mînîbûsa ku karkerên fabrîqeyê dibir, ji ber berfê ji rê tehisî û qelibî. Piştî mudaxileya tîmên tenduristiyê, 14 karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.   Têkildarî qezayê lêkolîn hat destpêkirin.