Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk 2025-11-15 12:42:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê diyar kir ku pergala "kujerê qastîk", bi avakirina yekdestiyê sîstematîkkirina pergaleke êrişkar a li dijî nirxên dayiktiya civakî ye û got: "Lê belê şaristaniya desthilata qastîk hatiye asta dawî. Ev serdem, serdema şoreşa jinê ye."    Têgeha "kujerê qastîk" ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destnîşankirin, pencereyeke nû li ser pirsîna pergala serdest a mêrî vekiriye. "Kujerê qastîk" ku bi awayekî yekpareyiya têgihî ya metaforîk tên pênasekirin, gava di çarçoveya "pergala kastê" de ku di dîroka Hindistanê de cih digire bê lêkolînkirin, hîn bêtir eşkere dibe ka hiyerarşî çawa li her aliyê civakê belav dibe û di civakê de çawa rûdinê."Kujerê qastîk" ku wekî ferasetekê pêş ketiye, armanca xwe ya ewil û herî mezin, pergala li dora jinan ava bûye bi xwe ye.    Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê pêşketina dîrokî û ramanên heyî yên "kujerê qastîk" ku bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derketiye holê, nirxand.   KUJERÊ QASTÎK ÇI YE?    Eylem Aktiyê diyar kir ku "kujerê qastîk" ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî cih digire, têgeheke metaforîk temsîl dike û rave kir ku ev têgeh ji hêla "pergala qastê" ve hatiye îlhamkirin û pêşxistin ku di dîroka Hindistanê de cih digire. Eylem Aktiyê anî ziman ku dema ku "pergala kastê" ya li Hindistanê were lêkolînkirin, metafora "kujerê qastîk" dê çêtir were fêmkirin û wiha domand: "Pergala qastê avaniyek e ku her perçeyeke civakê bi hiyerarşiyê vegirtiye û bûye sedem ku ev di civakê de bê rûniştandin. Ew sîstematîzekirina pergaleke êrişê li dijî nirxên dayiktiyê yên civakî ye bi avakirina yekdestiya li ser tundûtûjiyê. Têgeha hiyerarşiyê bi xwe rastiyekê bi xwe re tîne ku kesên ku ne xwe ne, wan wekî awarte dibînin û bi vê yekê razî nabin, hebûna wan dikujin û înkar dikin ku dibe sedema hilweşandina nirxên civakî. Ev, ne tenê ji hêla madî ve, di heman demê de ji hêla manewî ve jî wisa ye."   Eylem Aktiyê bilêv kir ku diyardeya "kujerê qastîk" ji bo danasîna mekanîzmayên serdestî û mirinê yên ku ji hêla avaniyên desthilatdariyê yên hiyerarşîk-qastê ve tên afirandin ku ji çînê wêdetir diçin tê bikar anîn û wiha lê zêde kir: "Ango, 'kujerê qastîk' ne behsa kesekî tenê dike, behsa rêziknameya wêranker a ku di tevahiya dîrokê de ji hêla pergala şaristanî ya li ser bingeha çînê, serdestiya mêran û navendî-dewletê ve hatiye pêkanîn dike. 'Kujerê qastîk' pergaleke ferasetê ye, hiyerarşiyek e. Ew hewl dide ku hişmendiyê kolonîze bike, îradeyê desteser bike û wêrankirinê binav bike. Em carinan li ser medyaya civakî, carinan li polên dibistanê, carinan di rêzefîlm û fîlmên TV'yê yên ku em temaşe dikin û carinan jî li ser panoyên reklamê yên ku em di ber wan re derbas dibin, dibin şahidê vê wêrankirinê. Ji bo ku pênaseyeke giştî ya kurt were dayîn, 'kujerê qastîk' ne tenê kuştina fîzîkî ye; ew têgînek e ku wêrankirina nasname, zayend, çand, bawerî, zanîn û bîra kolektîf vedibêje."   DÎROKA XERABREŞKÊ   Eylem Aktiyê diyar kir ku koka vê avaniyê vedigere civakên berî Neolîtîkê û got: "Komên mêr ên nêçîrvan-berhevkar yên ku Ocalan jê re dibêje 'klûbên nêçîrvan', êrişî nirxên civakên dayiksalarî kirin û dest danîn ser wan. Van klûbên mêr ên nêçîrvan-berhevkar li hin herêman mirovan neçar kirin ku bi cih bibin û li hin herêman, wan hewl da ku civakên ku di pêvajoyeke Neolîtîk a xweber de derbas dibûn kole bikin, êrişî civakên bicîhbûyî kirin û wan kole kirin. Xerabreşk ku li dora beriya zayinê di salên 9000'î de hatiye avakirin, li cîhekî ye ku hîn jî di vê wateyê de hewceyî lêkolînkirinê ye. Ev avaniya berî Neolîtîkê hewldanek rêxistinî ya girîng hewce kir. Lê komên nêçîrvan-berhevkar çawa rêxistineke ewqas mezin bi dest xistin? Ma em dikarin behsa yekdestiya tundûtûjiyê, an 'kujerê qastîk' bikin? Ev hîn jî pirsên ku hewceyê lêkolîneke berfireh in."    QASTA DESTHILATÊ   Eylem Aktiyê bi bîr xist ku êrişên li ser civaka Neolîtîkê li Mezopotamyayê, bi taybetî di şaristaniya Sumerê de, ligel hewldanên pêşîn ên avakirina dewletê hatine dîtin û got: "Li vir, dema ku avaniya civakî ya matriarkal, esilzade, avahiya wê ya wekhev û komunal hilweşiya, qastek serdest a ji kahînan, leşkeran û çînên burokratîk pêk dihat derket holê. Ev model piştre li Anatoliya, Deryaya Spî, Ewropayê û paşê, bi rêya kolonyalîzmê, li seranserê cîhanê belav bû. Bi kurtasî, em behsa xeta hêzê dikin ku li Mezopotamyayê dest pê kir û di serdema netew-dewletê ya nûjen de veguherî pergaleke gerdûnî."   Eylem Aktiyê destnîşan kir ku hedefa yekem û herî mezin a pergala "kujerê qastîk" nirxên dayiktiyê û avaniya civakî ya li dora jinan hat avakirin bû û got: "Hêza qastê bêyî hilweşandina nirxên civakî yên damezrandî nikaribû xwe ava bike. Ji ber ku ew hilgirê bîra civakî, hilberîn û zanîna ku civakê didomîne bû. Veguhestina ji çanda xwedawenda dayikê ber bi xwedayên dewletê yên baviksalar tê wateya kontrolkirin û tecrîdkirina ked, laş û zanîna jinan. Jin ji statuya xwe ya azad û subjektîf hatin bêparkirin, di malê de hatin sînordarkirin û rolên wan ên aborî û civakî ji nedîtî ve hatin. Koletiya civakê bi koletiya jinan dest pê kir."   NÊÇÎRÊN CADÛYAN   Eylem Aktiyê bilêv kir ku "nêçîra cadûyan" a ku ji hêla pergala "kujerê qastîk" ve tê kirin ku tarîtiya Serdema Navîn eşkere kir û hewl da ku pergala cîhanî ya nû ava bike, di heman demê de nîşaneyên tunekirina sîstematîk a zanîn û îradeya jinan bûn. Eylem Aktiyê bi bîr xist ku di dema "nêçîra cadûyan" de bi qasî 60 hezar jin hatine kuştin û got: "Şîfakarên jin, pîrik û jinên jîr wekî 'gef' hatin ragihandin, li ser stûnê hatin şewitandin û hatin cezakirin. Ev pêvajo ne tenê hîsteriya olî bû; ew operasyonek ji hêla pergala kapîtalîst a nû ve bû da ku bi tevahî ked û laşên jinan kontrol bike. Wê entegrasyona têkiliya jinan bi xwezayê re di nav pergala xwe ya kapîtalîst de hilweşand. Avakirina zanista modern bi kodên baviksalarî, bazirganîkirina xwezayê û krîmînalîzekirina zanîna jinan di vê serdemê de hatin sazkirin. Bi rastî, tiştê ku di wê serdemê de hat jiyîn endezyariya civakî bû ji bo jiholêrakirina aqilê jinan. Di Serdema Navîn de, bi vî rengî li pey paşeroja xwe, li dijî jinan hem bi fizîkî û hem jî bi derûnî komkujî hatin kirin. Ji ber ku bi komkujiyan têr nebû, şîfakirina civakî û komunal a jinan jî xiste yekdestiya xwe, pergala xwe bi rêya zanîna jinan berfireh kir."     Eylem Aktiyê destnîşan kir ku ev pergal îro bi rêbazên curbicur xwe didomîne û wiha domand: "Cinayetên jinan, tundiya dewletê, kolonyalîzm, nijadperestî, qedexeyên siyasî û serdestiya aborî formên heyî yên vê pergalê ne. Krîmînalîzekirina tevgerên jinan, polîtîkayên laş û zayendîtiyê yên civakî, gotara dijminatiya jinan di medyayê de û nedîtîbûna keda jinan 'nêçîra cadûyan a modern' e. Bi kurtasî, pergala qastê îro bi tifaqa dewlet, sermaye û pergala baviksalar xwe didomîne. Kêmasî û xeletî ye ku berpirsiyariya kuştina ewqas jinan îro ji vê pergalê cuda were hesibandin. Lêbelê, şaristaniya hêza qastê gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Ev serdem serdema şoreşa jinan e. Civakên ku bi rastiyê re rû bi rû dimînin, bi navenda azadiya jinan jiyaneke nû ava dikin. Têkoşîna me ne tenê li dijî serdestiya mêran e, di heman demê de li dijî pergala dewletê, kapîtalîzmê û hemû formên serdestiyê ye jî. Azadiya civakê bi azadiya jinan, siyaseta komunal û têkoşîna rêxistinkirî ve girêdayî ye."   Sibê: 'Qeyda sûc" a 23 salan a AKP'ê: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin   MA / Berîvan Altan