Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin 2025-11-07 15:40:57 ENQERE – Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê yên ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî li dar xistin, gotin: “Em kapusên ewle dixwazin.”   Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê, ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê, li ber Dîwarê Mor meşiyan. Xwendekar di meşê de bi domdarî dirûşma “Bijî berxwedana jinan”, “ATK neparêze, DNA’yê aşkera bike”, “Jina, jiyan azadî” berz kirin. Di meşê de dowîzên “Çi hat serê Rojîn Kabaîşê”, “Em ê qetlên jinan rawestînin” hatin hilgirtin.   Xwendekaran di daxuyaniyê de bal kişandin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê û gotin: “Ji bo çi piştî windabûna Rojîn Kabaîşê, 18 rojan nehate dîtin? Ji bo çi rexmê tespîtkirina DNA’yên 2 mêran, gotin ‘intihar e’ û faîl tên parastin? ATK a ku van pirsan nabersivîne, qatilan diparêze.”    MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ     Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku jinên xwendekar li kampusê xwe di ewlehiyê de nabînin û wiha hat gotin: “Duh ji ber qatilên Rojînê hatin parastin, îro li ODTU’yê xwendekarekî tiryakêş di destan de kêr cesareta taciza jinan di xwe de dibîne. Li zanîngeha me kesên kêr di destan de û faîlên tiryakkêş tije ne, em ê xwe çawa di ewlehiyê de bibinin. Em em di kampusên ewle dixwazin da ku roj bi roj hejmara me kêm nebe. Em jiyanê dixwazin. Em ji bo her jinê dibêjin ne qeder, têkoşîn mîrate ye.”