Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir 2025-11-06 14:45:14   STENBOL – Dadgeha 13’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê ji nû ve darizandina Geziyê Tayfun Kahraman bi cih neanî.    Dadgeha Destûra Bingehîn, di 13’yê Tîmeha 2025’an de ragihand ku mafê darizandina adîl a girtiyê doza Gezî Tayfûn Kahraman hatiye binpêkirin û biryar da ku bê berdan û ji nû ve bê darizandin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo bidawîkirina encamên binpêkirinê dosya şand Dadgeha 13'emîn a  Cezayê Giran a Stenbolê, lêbelê dadgehê biryar bi cih neanî. Dadgeha Cezayê Giran îdîa kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dest daniye ser erka wê, lewma jî berdana Kahraman û daxwaza ji nû ve darizandinê qebûl nekir.