Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin 2025-11-02 11:07:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîkayê di marketekê de şewat derket. Di şewatê de zarok jî di nav de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Li paytexta Eyaleta Sonorayê ya Meksîkayê Hermosîlloyê di supermarketekê de şewat derket. Di şewatê de zarok jî di nav de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şewat, di kargeha “Waldo’s”ê ya li navenda bajar derket. Hat zanîn ku şewat, saet derdora 15.00’ê piştî teqînekê derketiye. Şewat di demekî kin de li her derê belav bû û piştî îxbara gel, komên agirkujiyê, tenduristî û ewlehiyê hatin sewqkirin.    Waliyê Eyaleta Sonorayê Alfonso Durazo, ragihand ku di şewatê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin. Walî Durazo, da zanîn ku zarok jî di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de hene û der heqê sedema derketina şewatê lêpirsîn didome.