Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir 2025-10-29 15:49:35 DÊRSIM - Dema rojnameger Hidir Yildiz kêliya ciwan ji hêla polîsan ve dihatin derbkirin dikişand, ji hêla polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Yildiz, der heqê polîsan de serlêdana sûc kir.  Di “pîrozbahiyên komarê” yê li Dêrsimê de komekê nîşaneya gurê boz ku komên nîjadperest bi kar tînin, kirin. Li ser vê yekê ciwanan jî bertek nîşan dan. Ciwanên bertek nîşan dan, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Nûçegihanê Gazete Patîkayê Hidir Yildiz ku kêliya derbkirina ciwanan dikişand, ji hêla polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Têkildarî binçavkirina Yildiz, li Şaxa ÎHD’a Dêrsimê daxuyanî hat dayin.    Yildiz, di daxuyaniyê de got ku tevî qerta xwe ya çepemeniyê nîşan daye jî hatiye astengkirin, bi lêdanê hatiye binçavkirin û got: “Navê min gotin, hedef nîşan dan û 2 amiran ez derb kirim. Ji min re gotin ‘ev qerta çapemeniyê ji bo me derbasdar nîne.’ Bi gotinên xwe hewl dan terorîze bikin. Heqaret li min kirin, li min xistin û gef xwarin. Bi taybet jî wan her du amiran gef xwarin. Polîsên tîmên taybet jî hewl dan min binçav bikin. Pêdevî li erdê hatim dirêjkirin, destên min ji pişt ve kelemçe kirin, telefona min ji berîka min derxistin û bi darê zorê dîmen jê birin. Li emniyetê jî rastî heman tiştan hatim. Xwestin li hevalên xwe bigerim û nûçeyên der heqê binçavkirina min de jê bibin.”    Yildiz, da zanîn ku gelek caran hedef hatiye nîşandan û der heqê kesên têkildar de serlêdana sûc kiriye. Yildiz, got ku ew ê dev ji ragihandina heqîqetê bernede.    Yildiz, piştî daxuyaniyê serî li ÎHD’ê da û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir.