Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome 2025-10-29 15:31:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo meşa ku dê li Kolnê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin û hat gotin ku dê li gelek bajaran otobûs beşdaran veguhêzin.    Konfederasyona Civakên Kurdistanê a Almanyayê (KON-MED) ji bo meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de, bi dehan bajaran otubus organîze kirin û banga tevlibûna meşê kir. KON-MED’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bes wê bi pêngavên baweriyê yên beramber ser bikeve. Lê belê mixabin ku dewleta Tirk pêngavên ku baweriyê bide, naavêje û bi mantiqa bazirgan û gîrokirinê nêzî pêvajoyê dibe. Di şert û mercên birêz Ocalan de tu guherîn nehatine kirin û bi awayekî yasayî tu pêngav nehatine avêtin ku ev yek di nava civakê de baweriya ji pêvajoyê re kêm dike. Em di wê baweriyê de ne ku divê dewleta Tirk pêngavên ku baweriyê dide, biavêje û diyar dikinku di serî de Birêz Ocalan divê tavilê hemû girtiyên siyasî werin berdan.   Her wiha diyar dikin ku hemû girtî xwediyê mafên tenduristî, ewlehî û jiyana birûmet in û daxwaz dikin ku hiqûqa navneteweyî, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û standartên mafên mirovan bêyî kêmasî werin bicihanîn.   Weke KON-MED’ê em bang li hemû gelê xweyê li Almanyayê dijî û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku beşdarî mitînga 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bibin.”