Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand 2025-10-29 15:30:19   ENQERE - Ayşe Gokkan a ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin, ji hevjîna wî Nûray Çevîrmen re name şand.   Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, ji bo rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê ku li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin, ji hevjîna wî û parêzvana mafên mirovan Nûray Çevîrmen re name şand.   Ayşe Gokkanê di nameya xwe de diyar kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya wî xemgîn e û di destpêka nameya xwe de got, “Bi giraniya hestên ku nayê pênasekirin."   Ayşe Gokkanê di nameya xwe de wiha got: "Ez hîn bûm ku mamoste Huseyîn bi nexweşiyeke giran re têdikoşe. Texmînkirina bedelên giran ên têkoşîna ji bo mirovahiyê û ragirtina giranahiya wan ne tiştekî zehmet e..."  Ayşe Gokkanê, diyar kir ku Mamoste Huseyîn ne tenê hempîşeyê wê lê hem dost hem jî hevrêyek e ku bi sebrekî mezin bi nivîsên wê re eleqedar bûye. Ayşe Gokkanê, got ku gelek caran bi Aykol re hatine gel hev lê tu caran terkexem nêz nebûye û li dijî têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd her tim rêzgir û zelal nêz bûye.    Di berdewamê de Ayşe Gokkanê got: “Dizanim, ji bo te jî gelek zehmet e. Ji bo me tiştekî pir zehmet e ku hestên xwe wiha bi nivîsan vebêjin. Xwezî min bikariya li cem we bûma. Hewldana me tevan a têkoşînê nîşan dide ku bêyî ‘xweziyan’ kûr bikin, bêyî ku di bin giranahiya westabûna wan de bimînin, hewceye em rêya xwe bidomînin. Û tişta ku me dike em jî ev heqîqet e.”    Ayşe Gokkanê şîfaya xêrê ji bo Aykol xwest û hêvî kir ku Aykol di zûtirin demê de baş bibe. Ayşe Gokkanê, peyama piştevaniyê da û silav û hezkirinên xwe şand.