ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN 2025-10-29 09:00:02   * Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Êlihê Nezahat Toprak Hasanê bal kişand ser ku dewletê di vê pêvajoyê de ji avêtina gavan dûr ketiye û tevî vê pêvajoyê jî hin pêkanînên xwe didomîne û got: "Em hîn jî di rewşeke wiha de ne ku êriş li ser cenazeyên Kurdan hene û em hîn jî nikarin cenazeyên xwe wergirin."   * Akademîsyen Yasemîn Ozgunê diyar kir ku li hemberî gavên ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin, desthilatê tiştê ku ji bo aştiyê pêwîst bû nekiriye û got: "Sedema astengkirina pêvajoyê ew e ku desthilat gavên pêwîst navêje."   * Girtiyê nexweş Necdet Koç tevî rapora nexweşxaneyê ya "rîska mirinê ya wî zêde ye" tê ragirtin. Koç, niha di axaftin û xwarinê de zehmetiyan dikişîne û ji 120 kîloyan daketiye 50'î kîloyan.   * Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak got: "Divê gav bên avêtin da ku bawerî çêbibe û entegrasyona demokratîk pêşve biçe. Divê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan demildest werin sererastkirin da ku li gorî ruhê pêvajoyê û rol û mîsyona wî be."   * Doç. Dr. Vahap Coşkûn diyar kir ku divê qanûnek veguhêz a taybetî ji bo vê pêvajoyê were çêkirin û got: "Ji bo diyarkirina şert û mercên ku kesên ji çiyayan dadikevin dê tev li jiyana civakî û siyasî bibin, pêdivî bi qanûneke taybet heye."   * Parêzer Jiyan Ozkaplanê diyar kir ku tundiya mêran pirsgirêkeke pirqatî ye û got: "Tundiya ku behsa wê tê kirin dikare ji Stenbolê heta Wanê cuda bibe. Li vir, sûcdar bi cilên fermî hene. Mantiqa 'Ew Kurd in, dewlet dê min biparêze' dikeve dewrê."   * Abdullah Ocalan diyar kiribû ku du rêyên xeter li pêşiya komarê heye ku ew jî an dê demokratîk be an jî li dijî Kurdan şer be. Abdullah Ocalan, zayîna sêyemîn a ku rêya serketinê jî wek Komara Demokratîk pênase kiribû.   * Dê DFG Mamosteyê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya yê ku di 29’ê Cotmeha 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wî ya li Amedê bibîr bîne. (13.00)