Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt 2025-10-21 15:28:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, rêya di navbera Tebqa-Selemiyê de careke din ji hatin û çûnê re girt.    Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro careke din rêya Tebqa -Selemiyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deverên din ên Sûriyeyê ve girê dide, li pêşiya bi hezaran rêwiyan girt. Hêzên hikûmetê, 14 roj berê jî deriyê Tebqa- Selemiyê girtibû û di 20’ê Cotmehê de careke din vekiribû.   Bi sedan wesayîtên rêwiyan li benda kontrolê ya hêzên hikûmeta veguhêz a li Xaçerêya Zekiye ya li nêzî bajarokê Asreya ya gundewarê Hemayê sekinîne.   Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê Hesen Xabûr ji ANHA’yê re axivî û got ku hêzên hikûmeta veguhêz careke din rê girtine û lewma gelek wesayîtê di rê de mane. Xabûr, bertek nîşan da û xwest rê were vekirin.