Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin 2025-10-20 14:21:39 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bang li Wezareta Dadê, ATK û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî da. Di daxuyaniyan de metna hevpar a ji hêla Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD’ê hate xwendin.    WAN    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Ayten Kiran daxuyanî xwend. Ayten Kiranê, diyar kir ku piştî Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişandî, mekanîzmayên têkildarî parastina jinan qels bûne û dewletê berpirsyartiya xwe ya parastina jinan a ji tundiyê û misogerkirina mafê jiyanê baş bicih ne aniye. Ayten Kiranê wiha domand: “Ev nêzikatî ne tenê di şexsê dosyaya Rojîn Kabaîşê de, her wiha li seranserî welat rê li ber domandina polîtîkayên necezakirina cînayetên jinan vedike. Ev pratîkên necezakirinê jî mafê jiyanê yê jinan, mafê xwegihandina edaletê û mafê lêpirsîneke bibandor binpê dike. Mekanîzmayên dewletê û ATK, li şûna ku sedemên rast ên mirinên jinan derxin holê, xizmetê ji parastina faîlan re dikin û malbatên li benda edaletê bi salan didin sekinandin. Ev rewş jî yekser gefê li ewlehiya jinê û malbatên wan dixwe.”    DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN   ÎHD’ê daxwazên xwe yên ji Wezareta Dadê, Saziya Tipa Edlî (ATK), Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, baroyan, navendên mafên jinan û hemû rêxistinên civaka sivîl wiha rêz kir:    “* Divê hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş, tavilê û bi bandor werin lêkolînkirin.   * Divê tekane saziya ji belgekirina tundiyê, kuştinên jinan û îşkenceyê ne tenê ATK be û hewceye rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku raporên bijîşk û nexweşxaneyên serbixwe li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke delîl werin qebûlkirin.   * Divê Peymana Stenbolê ji nû ve were îmzekirin û mafê jinan ê parastin û jiyanê were misogerkirin.    * Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û kuştina jinan di çarçoveya berpirsiyariya sûcdar û dewletê de were xuyakirin.   * ÎHD dê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyanê bidomîne û daxwaza edaleteke mafdar, şefaf û bibandor li dijî pêkanînên dijminane yên li hember jinan ên dewlet, ATK û mekanîzmayên dadwerî bilind bike.”   Daxuyanî, bi xwendina metna hevpar bi dawî bû.   ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveber a ji Komîsyona Jinan a Şaxê Berpirsyar Nazli Turanê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Rojînê edalet” hate hilgirtin. Rêveberên DEM Partiyê ya Karşiyakayê û gelek jin jî tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de metna hevpar hate xwendin.   DÊRSIM   Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Dêrsimê li avahiya şaxê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li bûn. Metna hevpar, ji hêla endama Komîsyona Mafên Jinan a ÎHD’ê Yaprak Kurban ve hat xwendin.    RIHA    Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li bûn û daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxê Songul Arpayê ve hat xwendin.    ÊLIH   Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne întîhar cînayet e. Çi bi Rojînê bû?” hate hilgiritn. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka Şaxê Melek Atalay ve hate xwendin.