Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre? 2025-10-19 10:42:10 WAN -  Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê pirsa “Dîmenê hevalê telefona Rojînê dîtî heye lê çima dîmenê telefon daniye wir tune ye?” kirin û gotin ku heta bûyer ronî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.   Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya têkildarî Rojîn Kabaîşê li hundirê kampusê çalakî dabûn destpêkirin û çalakî di roja 5’an de didome. Xwendekar bibiryar in ku heta mirina Rojîn Kabaîşê tê ronîkirin çalakiya xwe bidomînin.    ‘KÎ ÇIMA FAÎLAN DIPARÊZE?’     Ji xwendekaran Tûba Erîş, diyar kir ku heta faîlên Rojîn Kabaîşê tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Mixabin me hevala xwe winda kir. Ji ewil ji me re gotin întîhar kiriye lê piştre aşkera bû ku êrişeke zayendî ye. Em dixwazin faîl tavilê bên girtin. Heta ku daxuyaniyek neyê dayîn em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Hewl didin ser bûyerê bigirin lê em ê destûrê nedin.”    ‘BILA FAÎL BÊN DÎTIN’     Tûba Erîşê bi domdarî got: “Xwendekarên zanîngehê di ewlehiyê de nînin. Em çalakiyekê dikin, bi dehan peywirdarên ewlekariyê tên. Baş e lê çima dema Rojîn windabûyî ewqas ewlehî tune bû? Wê demê ewlehî û midûrê wargehê li ku bûn? Heta ev pirsên me tên bersivandin ev çalakî dê bidome. Salek berê gotin ‘întîhar’ e lê niha tiştên cuda derketin. Çi bû, tiliya kê di vê cînayetê de heye? Kamerayên her roj dixebitîn çima wê rojî xerab bûne? Faîl kî ne, çima tên parastin? Em bersiva van pirsan dixwazin.”    ‘ATK ÇIMA EV SALEKE DNA’YAN VEDIŞÊRE?’     Ji xwendekaran Bariş Metîn jî pirsa “ATK çima ev saleke DNA’yan vedişêre?” kir û got: “Hewl didin bûyerê veşêrin. Em dixwazin kesên hevala me qetil kirin bên girtin. Digotin ‘întîhar’ e lê derket holê ku ne wisa ye. Dibêjin dibe ku li derveyî kampûsê hin kesan tiştek kiribe. Wê demê em dixwazin rêveberî îstîfa bike. Çi karê kesên biyanî di nava kampûsê de ye? Ev bûyer yan xwendekarekî, yan rêveberekî yan jî hîndekarekî kiriye. Bila faîlan derxin holê û ser bûyerê negirin.”    ‘REKTOR ÇIMA BÊDENG E?’     Metîn, di berdewamê de got: “Îdia heye ku qeydên kamerayan ên roja Rojîn winda bû hatine jêbirin. Em çalakiyekî însanî dikin lê bi sedan polîs anîne vê derê. Çima heman tiştî ji bo ewlehiya kampûsê nakin? Çima kamerayan nadanin cihên veder ên nayên dîtin? Hevalê/a ku telefona Rojînê dîtî di kamerayan de xuya dike lê çima ya ew telefon danî wê derê xuya nake? Roja Rojîn winda bûyî personelên ewlehiyê qeydên kamerayan jê birin. Rektor li şûna xwe veşêre çima daxuyaniyekê nade?”    ‘EM BIBIN DENGÊ ROJÎNÊ’     Metîn, axaftina xwe wiha qedand: “Em banga piştevaniya çalakiyê dikin. Di demeke ewqas îdia heyî de çima bêdengin? Bila bên daxuyaniyê bidin. Madem dîmen nehatine jêbirin, wê demê bila bên bi raya giştî re parve bikin. Heke tu eleqeya rêveberiyê bi vê cînayetê re tune be, wê demê bila were cem me û piştgiriyê bide. Em dixwazin çawa ku dayika Ahmet Mînkuzî vexwendin Meclisê, bila bavê Rojîn Kabaîşê jî vexwînin. Divê rektor tavilê daxuyaniyekê bide. Hevalên me yên jin dibêjin bi şev nikarin derkevin derve. Em dixwazin tevahiya zanîngehê piştgiriyê bide çalakiya me. Ji bo Rojînê em bibin dengekî bihêz.”    MA / Bîlal Babat - Ozlem Yacan