Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2025-10-17 14:41:26 AMED - Numan Kurtulmuş, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.    Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û hinek endamên komîsyonê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de htin Amedê û hevdîtinên xwe didomînin. Kurtulmuş, piştî hevdîtina li walîtiyê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.    Kurtulmuş, li pêşiya şaredariyê ji hêla Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.    Şande derbasî hundir bû û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.