Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin 2025-10-17 13:59:45 AMED – Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ê kıu di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat Amedê got: “Vê carê em ê bi serkevin. Vê carê aştî, xweşk-biratî û aramiyê bi serkeve.” Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş û şandeya ku ji endamên komîsyonê di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de dê li Amedê serdana hinek saziyan bikin.  Di vê çarçoveyê de Kurtulmuş û endamên komîsyonê beşdarî Torena Despêka Sala 2025/2026 a Akedemîk a Zanîngeha Dîclêyê bûn.    Di despêka bernameyê de xwendekarên Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dîcleyê derketin ser dikê. Piştre sînevîzyona danasînê hate nîşandan. Axaftina destpêkê ya törene Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamûran Eronat kir. Piştre Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, axaftineke kurt kir.   ‘VÊ CARÊ EM Ê BI SERKEVIN’   Kurtulmuş, di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Cicaka Demokratîk û ev tişt got: “Em wek 86 mîlyon welatî berpirsiyariya me ew e ku em Tirkiyeyê bi paş ve bibib. Berpirsiyariya me avakirina jiyaneke aştiyane, azadî, demokrasî û yekitiyê ye.  Em ê vê carê bi serkevin. Vê carê aştî, xweşk-biratî û aramiyê bi serkeve. Em êdî li vî welatî naxwazin zarokên xwe veşêrin, em ê çekan veşêrin. Ev xebata ku bi awayeke demokratîk hatiye destpêkirin ber bi encambûnê ve diçe. Divê em xweşk-biratiya xwe ya dîrokî ji nû ve xurt bikin. Em dizanin ku xweş-biratî tenê ji bo çareseriya pirsgirêkan têr nake. Xweş-biratî, edalet û demokrasî sê stûnên bingehîn ên pêşeroja me ne. Temînata berdewamiya demokrasiyê hevpeymana civakî ye.”   Kurtulmuş ê ku li Meclisê axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê asteng kir, li Amedê qala giringiya zimanê dayîkê kir. Kurtulmuş, got: “Ziman qada herî baş a îfadeya mirov e. Zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e. Li vî welatî tu kes ji ber zimanê xwe yê dayikê nayê astengkirin. Cudakariya di nabera zimanan de tu carî di ferhenga me de nîn e.”   Kurtulmuş û şandeya li gel wî, piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Mezin, dê Walitiya Amedê ziyaret bike.