Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe 2025-10-15 15:38:40   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê beşdarî kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê ya li Amsterdamê bibin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, ji bo tev li kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) ku dê di 16-18’ê Cotmehê de bê lidarxistin, sibe dê biçe Hollandayê.    Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay, Nûnerê Bruksel/Ewropayê Eyup Doru û Nûnerê Strasburgê Fayik Yagizay jî dê di şandeyê de cih bigirin.    Li bendê ye ku Bakirhan di kongreyê de biaxive û şande çendek hevdîtinan bike.