Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin 2025-10-14 12:42:08 BEDLÎS - Di danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç de biryara domandina tevdîra “kontrola edlî” hate dayin.    Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç ku di 25’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hatibû girtin û di 31’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû berdan a bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, li 2’yemîn DAdgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Rojnameger Şah tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû.    Dozgeriyê, mutalaaya xwe pêşkeş kir û balkêş e ku xwest der heqê hinek rojnamegerên navên wan di îfadeyên şahid Umît Akbiyik de derbas dibin agahî bên komkirin. Dozgerî xwest ku tevdîra kontrola edlî ya Şah bidome.    Parêzer Temûr jî got ku tevahiya kesên navên wan derbas dibin rojnameger in û xwest tevdîra kontrola edlî ya miwekîlê wî bê rakirin.    Dadgehê, biryar da ku biryara kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat bidome. Her wiha xwest ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîs were nivîsandin û têkildarî rojnamegerên navên wan derbas dibin agahî bên xwestin. Danişîn, taloqî 20’ê Çileya 2026’an hate kirin.