Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne 2025-10-12 11:21:39 MÊRDÎN - Keşeyê Dêra Protestan a Suryanan Enver Peker, diyar kir ku divê li ser maseya aştiyê têkildarî pêvajoyê were axaftin û got: “Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser hikûmet û Meclisê. Heta sererastkirinên qanûnî neyên kirin, pêvajo tenê dê di gotinê de bimîne.”    Di “Konferansa gel, bawerî û pêkvejiyana demokratîk a li Mezopotamyayê” de ku ji hêla Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Mêrdînê tê li darxistin, nûnerên gelek bawerî gelan pyamên pêkvejiyanê dan. Nûnerên gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirk û Mihellemî û baweriyên Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Sunnî û Elewiyan hatin gel hev. Di konferansê de li gel nîqaşên ser pêkvejiyanê, her wiha “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên di pêvajoyê de jî hatin nîqaşkirin.    Ji beşdaran Keşeyê Dêra Protestoyan a Suryan Enver Peker têkildarî peyamên di konferansê de ji MA’yê re axivî.    Peker, lidarxistina konferansê ya li Mêrdînê ku gelek bawerî û gel bi hev re dijîn girîng e û got: “Di esasê xwe de ne tenê li Mêrdînê, li her aliyê welat derdorên cuda bi hev re dijîn. Lewma j bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê konferansekî baş bû.”   'DIVÊ LI SER MASEYA AŞTIYÊ SER PÊŞEROJÊ BÊ AXAFTIN’     Peker, diyar kir ku ji bo çareseriya divê li ser maseya aştiyê ne pirsgirêk lê pêşeroj were nîqaşkirin û got: “Divê li ser pêkvejiyanê were nîqaşkirin û bersiva vê were dayin. Jiyana nû jî divê li gorî vê were avakirin.”    'JIYANA NÛ BI QANÛNAN DIBE’    Di berdewamê de Peker destnîşan kir ku heke alî jiyana nû qebûl bikin dikare bibe û wiha pê de çû: “Di jiyana nû de ne gotin lê pratîk pêwîst e. Nexwe her siyasetmedarê devê xwe vedike dikare tiştên pir xweş bibêje. Lê wiha nabe. Divê bibin qanûn û bên nivîsandin. Divê wekhevî, zimanên cuda bi qanûnan bên misogerkirin. Zimanê Kurdî û yên din li nava malê tên axaftin lê li Meclisê tên qedexekirin. Ev durûtî ye. Divê feraseta netewe dewletê ji holê rabe. Divê egerên gotina xwişk-biratiyê cîbicî bikin. Bi rakirina astengiyên ser ziman pêkan e. Wê demê Kurd jî dê dewletê weke dewleta xwe bibînin û bibin parçeyek wê.”    'BERPIRSYARTÎ LI SER MILÊ HIKÛMET Û MECLISÊ YE’      Peker, da zanîn ku banga Abdullah Ocalan gelek biqîmet e û axaftina xwe wiha qedand: “Girîng e ku bi terikandina çekan derbasî pêvajoya diyalogê bibin. Bi salan li vî welatî şerê çekdarî hebû. Bidawîbûna vê gelek biqîmet e. Lê ji bo vê divê gav bên avêtin. Piştî banga Devlet Bahçelî gavên pêwîst hatin avêtin û ji bo çareseriya bi rêya diyalogê derî hate vekirin.  Niha berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hikûmet û Meclisê. Divê li hemberî vê gavê di qanûnan de guhertinan bikin. Da ku pirsgirêk ji hêla qanûnî ve çareser bibe. Nexwe dê her tiştek di gotinê de bimîne. Em jî li benda qanûnan e. Aştî û aramî dê bandorê li her kesî bike. Rewşên neyînî jê dê bandorê li me tevan bike. Lewma em Suryan vê pêvajoyê gelek biqîmet dibînin.”     MA / Ahmet Kanbal